PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Tevgera Aştiyê têkildarî çekên kîmyewî bang li hikûmeta Fransayê kir

Le Mouvement de la Paix (Tevgera Aştiyê) ji Fransayê xwest ku ji bo lêkolînkirina hebûn û bikaranîna çekên kîmyewî li Kurdistanê, bang li OPCW'ê bike ku tavilê li cihê cih dest bi lêkolînê bike

Navenda Nûçeyan |

Le Mouvement de la Paix (Tevgera Aştiyê) bi daxuyaniyekê bang kir ku têkildarî gumanên li ser bombekirina gundên kurdan bi çekên kîmyewî, komîsyoneke navneteweyî ya lêpirsînê bê avakirin.

Daxuyaniya Tevgera Aştiyê wiha ye:

“Ji 23’ê Nîsana 2021’ê û vir ve artêşa tirk li başûr û rojhilatê Tirkiyeyê bi taybetî jî li herêmên ku kurd û êzidî bi giranî lê ne, çalakiyên giran ên tundiyê dike. Li Sûriye û Iraqê jî rewş bi heman rengî ye. Bi heman armancê li bakurê Sûriyeyê gelên ku bi hezaran salan li herêmê ne bi zorê ji gundên xwe hatin derxistin û li şûna wan komên cîhadîst têne bicihkirin. Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser nifûsa kurdan a li herêmên li ser sînor, ji aliyê Komîsyona Sûriyeyê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî ve di raporekê de sala 2020’î ji raya giştî re hat aşkerakirin. Ev rastî parçeyek ji operasyonan paqijiya etnîkî ye.

Bajarê Kobanê ku salên 2014 û 2015’an bi lehengî li dijî êrişên cîhadîstan li ber xwe da, careke din dibe hedefa êrîşên Tirkiyeyê û komên wê yên cîhadîst.

Fikar hene ku artêşa tirk bi binpêkirina peymanên navneteweyî yên li ser qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî bi dehan caran çekên kîmyewî li dijî gundan di bombardûmanê de bi kar aniye. Gotinên gundiyan ên li ser semptomên rû dan, wêne û dîmen mixabin van îdîayan piştrast dikin. Hîn ji niha ve gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Divê dawî li bêdengiyê bêanîn

Li hemberî vê yekê, gelekî girîng e ku ev rewşa trajîk a li herêmê ji raya giştî ya Fransayê re bê ragihandin û bêdengiya di vê der barê de ji holê bê rakirin. Em hîn bûn ku heyetek ji Koalîsyona Piştevaniya Îngiliz a bi Kurdistanê re wê serdana vê herêmê bike. Li gorî Rojinfo, heyeta ji rojnamevan, siyasetmedar û zanyaran wê herêmên ku artêşa tirk tê sûcdarkirin ku çekên kîmyewî lê bi kar aniye, dest bi lêkolînan bike. Di dawiya serdanê de jî wê raporek bê amadekirin ku pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî were kirin.”

Daxwaz

Tevgera Aştiyê di serî de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Neteweyên Yekbûyî (OPCW) bang li saziyên navneteweyî kir ku têkildarî mijara hebûn û bikaranîna çekên kîmyewî ya li herêmê li cihê cih bi lezgînî dest bi lêkolînê bike.

Tevgera Aştiyê ev bang li serokkomar û hikûmeta Fransayê kir:

  • Bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Neteweyên Yekbûyî (OPCW) bikin ku ji bo hebûn û bikaranîna çekên kîmyewî ya li herêmê lêkolîn bike, tavilê li cihê cih dest bi kar bike.
  • Binpêkirina mafên mirovan û peymanên navneteweyî ku hikûmeta tirk jê sûcdar e, fermî bikin.
  • Hurmetê nîşanî berpirsyariya xwe ya parastina mirovên li xaka Fransayê di statuya penaberên siyasî de ne.
  • Hurmeta li mafên gelê kurd jî di nav de ji bo çareseriya aştiyane ya li van herêman bikevin nava liv û tevgerê.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar