Navenda Nûçeyan |
Li Baregeha Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya li Silêmaniyê, Cîgira Hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên li ser girtina endamên Tevgera Azadî yên li Hewlêrê civînek çapemeniyê lidar xist.
Tara Hisên di destpêka axaftina xwe de diyar kir Tevgera Azadî rêxistinek siyasî û civakî ye ku li tevayî Iraqê destûr pê hatiye dayîn kar bike û wiha got: “Lê zext, girtin û gefên li ser tevayî endamên Tevgera Azadî berdewam e. Çend roj in li Hewlêrê PDK’ê dest bi girtin û binçavkirina endamên me kiriye. Endamên me tev xwebexşin, xwediyê prensîbên exlaqî û xwedî raboriyek paqij in. Kesên welatparêz in, bi taybet endamên me yên ku niha li Hewlêrê tên girtin Pêşmergeyên Dêrîn, girtiyên siyasî û kesên welatparêz in. Ji bo vê PDK’ê carek din îspat kir ku ne partî ye, ne demokratîk e ne jî kurdistanî ye.”
‘Planên metirsîdar ên PDK’ê li ser herêma Kurdistanê hene’
Tara Hisên anî ziman ku tenê tawanê endamên wan ên ku ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin ew e ku xwediyê fikrin û dixwazin civakê hişyar bikin û wiha domand: “Çeka Tevgera Azadî tenê îdeolojî û fikre, em dixwazin civakek xwedî îrade û rêxistinkirî hebe da ku nebin kirêgirtiyên dagirkeran û li dijî teslîmbûnê têkoşînê bipêşxin. Tevgera Azadî îro take hêze ku li gel xwedî derdikeve û xwedî helwest e. Planên gelek metirsîdar ên PDK’ê li ser Herêma Kurdistanê hene. Dixwaze rewşa heyî ji bo gendeliyê, bê edaletiyê û birîna muçe û nebûna azadiyan bikar bîne. Dixwaze hîn zêdetir alîkariya dagirkeran bike û Herêma Kurdistanê rûbirûyê komkujiyan bike.”
‘PDK dixwaze li Hewlêr, Duhok û Behdînanê nefesê yekcar qut bike’
Hisên di dewamê de destnîşan kir ku PDK dixwaze li Hewlêr, Duhok û Behdînanê nefesa ku tê girtin bi yekcarî tune bike û siyaseta xwe ya heyî berdewam bike û wiha lê zêde kir: “Em dixwazin ragihînin ku wek Tevgera Azadî bi girtin, gef, lêdan û kuştinan em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Em ê têkoşîna xwe, çalakî, kar û xebata xwe berdewam bikin û li gelê xwe xwedî derkevin. Em li Herêma Kurdistanê rê nadin bê mafî, bê azadî û dagirkeriyê. Em li beramberî binpêkirinên PDK’ê yên ne exlaqî, ne demokrasî û ne mirovane bêdeng namînin û wê helwesta me hebe. Ev car wê ji bo PDK’ê neçe serî, wê helwestek me ya cûdatir hebe û em ê çalakiyên girseyî hem li ser asta herêmê hem li ser asta Iraq û Ewropayê lidar bixin. Em ê li dijî van binpêkirinan serî li hemû rêyên medenî bidin. Em ê kar û xebata xwe li dijî siyaseta ne demokatîk û ne exlaqane xûrtir bikin.”
Bi hinceta endam in binçavkirin
Hêjayî bibîrxistinê ye, bi hinceta endamê Tevgera Azadiyê ye, nêzî meheke Endamê Tevgera Azadî Tehsîn Yasîn Cehfer li Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye girtin. Ji beriya du rojan jî bi heman hincetî bi ser mala endamên Tevgera Azadî Mam Samî û hevjîna wê Semîra Hemed Emîn de girtin û ew binçavkirin. Her wiha îro jî asayîşa PDK’ê bi ser mala Endamê Desteya Rêveber a Giştî ya Tevgera Azadî, Eyub Hemed ya li Hewlêrê de girtin û ew binçavkirin.