Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Tevgera Azadî: ‘Siyaseta girêdayî dagirkeran mehkûmê têkçûnê ye’

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, êrîşa hewayî ku doh êvarî li ser Balafirgeha Navdewletî ya parêzgeha Silêmaniyê wek karekî dijminane binav kir û got: “Siyaseta girêdayî dagirkeran jî weke siyaseta talanker ya neftê mehkûmê têkçûnêye.”

Doh êvarê êrîşeke hewayî li nêzî balafirgeha Silêmaniyê çêbû, li gel ku heya niha tam ne hatiye piştrastkirin êrîş ji aliyê kî ve çêbûye jî hemû îşaret Tirkiyeyê didin nîşan. Jixwe Tirkiye 3’yê nîsanê qada xwe ya hewayî li balafirên Silêmaniyê girtibû. Êrîş bû sedema nerazîbûneke cidî ya rêveberiya YNK’ê û rêveberiya Silêmaniyê.

Li ser êrîşa dijî balafirgeha Silêmaniyê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê daxûyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de êrîşê şermezar kir û ji gelê Silêmaniyê û hêzên siyasî jî xwest li dijî vê siyaseta xwe dispêre dagirkeran bisekinin.

Tevgera Azadî diyar kir Erdogan ji tirsa têkçûna xwe di hilbijartinên îsal de berê xwe dide kiryarên metirsîdar û ji bo desthilata xwe ji dest jî nede dibe serî li komkujiya kurdan jî bide.

Tevgera Azadî di daxuyaniyê de biryara qedexekirina qada hewayî ya Tirkiye li balafirên Silêmaniyê û êrîşa dijî wê jî weke kareke dijminane binav kir û got: “Ev kareke dijminaneye. Di heman demê de binpêkirineke mezin û aşkereye ser serweriya axa Iraqê û başûrê Kurdistanê. Hebûna destê aliyekî emnî ya navxweyî di vê kiryarê de, xiyaneteke aşkere ya nîştîmaniye, di warê siyasî û exlaqî de wê bedeleke giran ya wê hebe.”

Her wiha li ser armanca li pişt êrîşên li ser Silêmaniyê û kurdan jî Tevgera Azadiyê vê peyamê da: “Em bi tundî êrîşê şermezar dikin û binpêkirineke ne rewaye li ser bajarê aramî, hilmet û qurbanî. Daxwaz dikin gel û hêzên siyasî bihevre li dijî vêya bisekinin, ji bo xeyalên dagirkerana û nokeran were vala derxistin. Li gel êrîşkirina dijminane, daxuyaniya hikûmeta demborî ya herêmê ya bi rêya berdevkê wê jî şermezar dikin.”

Tevgera Azadî di dawiya daxuyaniyê de jî ev peyam da: “Berdevkê hikûmeta demborî li cihê ku êrîşê şermezar bike, weke her timî rewatî pê da û helwesta nîştîmanperwer ya Silêmaniyê hedef nîşan da. Bêgûman ew kiryara tirsonek bê beyhudeye. Siyaseta girêdayî dagirkeran weke siyaseta talankirina nefta Kurdistanê mehkûmê têkçûnê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar