Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Pazartesi - 16 Eylül 2024

Tevgera Ciwanên Şoreşger: Em ê tola hevrêyên xwe hilînin

Koordînasyonên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan derbarê êrîşa dewleta tirk a li Kobanê de, daxuyaniyek da. Tevgera Ciwanan di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew ê tola hevrêyên xwe teqez hilînin

Navenda Nûçeyan |

Balafira bêmirov û biçek (SÎHA) ya dewleta tirk a dagirker di şeva 25’ê kanûnê de, li Kobanê êrîşek pêk anî. Di encama êrîşê de 5 ciwan şehîd bûn û 4 welatî jî birîndar bûn.

Koordînasyonên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan têkildarî êrîşa dewleta tirk a qirker a li dijî endamên wan li bajarê Kobanê, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya ciwanan wiha ye:

“Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji destpêka şoreşa Rojava heya vê kêliyê di nav ked, kar û berxwedana şoreşgerî û welatparêziyê de bênavber têkoşînê dimeşînin. Me ji destpêka avakirina şoreşê de ev têkoşîna xwe bi gelek şehadetên binirx tacîdar kiriye û bi soza tolhildan, pabendî û mezinkirina mîrateya xeta şehîdan, xwe gihandiye asta nûnertiya şoreşê.

Tevgera Ciwanên Şoreşger bi hêz, îrade, sekn û çalakvaniya xwe ya ciwantiyê bûye tirsa dilê tevahî dijminên li dijî şoreşê û hevkar û xayînên wan. Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ji destpêka avabûna xwe heya roja îro li hember her cure êrîşên dijmin ên li hember welat û şoreşê û hevkarên wan ên xiyanetkar bûne xwedî sekin û hêza çalakvaniyê. Ji ber vê sedemê ye ku di her demê de bi pêşengtiya dewleta tirk a dagirker de bûye hedefa tasfiye kirina hêzên faşîst û hevkarên wan yên xiyanetkar. Ev êrîşên ku pêşdikevin jî bi armanca tasfiye kirina Tevgera Ciwanan e. Tevahiya ev hêzên faşîst û hevkariya xiyanetkar ji bo bişaftin, helandin û bi temamî tasfiyekirina ciwanan tevahiya derfetên xwe seferber kirine û heya vê kêliyê jî di nav pêkanîn wî de ne. Herî dawî li bajarê Kobanê di dema xebatan de li malbatekî endamên me û ew malbat ji aliyê faşîzma dewleta tirk de bi êrîşa hewayî hatine hedefgirtin û 5 hevalê me hatine şehîdxistin.

Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ne cara yekem e bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Ev êrîş wek konseptekî ji destpêkê ve heya niha tên pêşxistin. Tevahiya van êrîşên ku heya niha li dijî Tevgera Ciwanên Şoreşger hatine kirin jî qat bi qat bi sekin, bi rêxistinbûn, bi çalakbûn û her cure parastinê ve hatine bersivandin û tol hatiye girtin. Bila tevahiya hêzên faşîst, dagirker û xeta îxanet û hevkariyê baş bizanibe ku wek tevahî êrîşên beriya van, dê ev êrîş jî bi tu awayî bê bersiv û bê tolhildan nemînin. Wek tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan em ê soz û biryardariya Şehîd Viyan Kobanê, Şehîd Nûjiyan Ocalan, Şehîd Rojîn, Şehîd Welîd û Şehîd Merhef bixin bingeha mezinkirina têkoşîn û çalakvaniya xwe û bibin tolgerê soza wan.

Wek Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ji tevahiya gelê me û ciwanan re soza me ye ku em ê van êrîşan jî bi zêdetir îradebûn, çalakbûn û şoreşgerbûnê bibersivînin. Tevgera Ciwanên Şoraşger ji destpêka avabûna xwe de wek berpirsyar û çalakvanê tola dîrokî xwe bi rêxistin kiriye û di xeta tolhildanê de bûye xwedî têkoşîn û çalakî. Bi vê çalakvanî û tolgeriya xwe her tim bûye tirsa dilê tevahî dagirker, faşîst û xiyanetkaran. Îro jî tola her ciwanên ku bi destê faşîzmê û xeta hevkariya îxanetkar hatine şehîdxistin wê bi pratîk, bi çalakî û bi hezaran şoreşgerbûn û şervanbûnê were bersivandin. Ji tevahiya gel û ciwanan re soza me ye ku em ê bi çalakbûna hêza ciwantiyê bibin şopdar û çalakvanê soz û tolhildana wan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar