Navenda Nûçeyan |
Li dijî êrîşên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, Meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) daxuyaniyek da û ragihand ku ew tev li pêngava seferberiyê dibin a ku bi dirûşma ‘Bi ciwanên mîna teyrê baz, li Zagrosan ber bi serketinê ve’ hatiye destpêkirin.
TCŞ’ê diyar kir ku bi beşdariya endamên Meclisa Rêveber ên ji Fransa, Almanya û Swîsreyê di demeke dîrokî de wan civîna xwe li dar xistine û destnîşan kir ku civîna wan wê encamên girîng bi xwe re bîne.
Di daxuyaniya ciwanan de wiha hat gotin:
“Dewleta tirk a mêtinger faşîst û hevkarên wê yên herêmî û navneteweyî di şexsê Rêberê me de li dijî tevgera me û gelê me êrîşên qirkirinê giran kirine. Hikûmeta şerê taybet a AKP-MHP’ê ku hebûna xwe li ser tunebûna gelê me plan dike, derfetên dewletê hemû sefeber kiriye û di serî de li Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê li çar parçeyên Kurdistanê li her devera ku lêgerîna azadiyê lê heye, êrîşan dike. Em baş zanin ku dewleta tirk a faşîst, polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê me, destpêkê li Îmraliyê li hemberî Rêberê me dimeşîne. Piştî ku encamek ji vir negirt niha jî li dijî temamiya gelê me xistiye meriyetê. Em bi rengekî aşkera bêjin; Erdogan û çeteyên wî bi bayê bezê ber bi bidawîbûna xwe ve diçin.
Di salvegera qirkirina ermanan de xwestin qirkirina kurdan bibin serî
Êrîşên ku di 24’ê Nîsanê salvegera Qirkirina Ermenan de li ser Metîna, Zap û Avaşînê dan destpêkirin, tesadûfî nînin. Peyama ji vê êrîşê aşkera ye; dixwazin qirkirina kurdan temam bikin. Berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi felsefeya Rêber Apo li ber van êrîşan radibin, ji niha ve di dîroka azadiyê ya gelê me de bûye xwedî cihekî girîng. Berxwedana gerîla ya ku li dijî bi hezaran leşkerî, bi dehan SÎHA, ÎHA, F-16, çekên kîmyewî tê meşandin, mohra xwe li dîroka şoreşê ya cîhanê jî xistiye. Çeteyên dewleta tirk ku nikarin encamê bi dest bixin ketine sendromê.
Ciwanên Apoyî haya xwe ji berpirsayariyên xwe hene
Em teqez bi berxwedan û serketina gerîla bi bawer in. Lê di heman demê de weke ciwanên Apoyî, haya me ji berpirsyariyên me jî heye. Em ê nebêjin ‘Lêxe gerîla lêxe, Kurdistanê ava bike’, em ê li gel gerîlayên xwe yên leheng ji bo azadiyê têbikoşin, li dijî êrîşên qirkirinê em ê li her cihê ku lê ne berxwedanê mezin bikin, azadiya Kurdistanê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi hev re misoger bikin. Me got, ‘Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne’ û em ê nîşanî dost û dijminan bidin ku ciwanên Rêber Apo çiqasî bi vê soza xwe ve dilsoz in û bi biryar in.
Bi pêngava seferberiyê ya ‘Bi ciwanên mîna teyrê baz, li Zagrosan ber bi serketinê ve’ em ê seferbe bibin, Erdogan û çeteyên wî têk bibin. Em ê êdî gotina xwe bi çalakiyên xwe bêjin; ji niha û pê ve gotina me wê çalakiya me be. Bila kes nebêje ‘kengî, li ku çalakî heye’. Bila bê zanîn ku ‘di her kêliyê de li her cihî’ em ê li çalakiyan bin.
Bi vê baweriyê di serî de ciwanên Kurdistanê hemû em bang li ciwanên şoreşger, demokrat, antîfaşîst, enternasyonalîst dikin ku cihê xwe di nava vê pêngava me ya seferberiyê de bigirin, beşdarî têkoşîna azadiyê bibin û li dijî êrîşên topyekûn ên faşîzmê bi rengekî topyekûn li ber xwe bidin.”