Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Tevgera Goran: Divê Parlamentoya Başûr Rêveberiya Xweser nas bike

Seroka Koma Tevgera Goran Gulistan Seîd diyar kir ku divê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bike

Navenda Nûçeyan |

Seroka Koma Tevgera Goran a li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Gulistan Seîd ji ajansa Rojnewsê re axivî û destnîşan kir ku divê Parlamentoya Başûr Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bi fermî nas bike û wiha got: “Hemû pileyên xwe îdarî di nava Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heye, çi di warê çavkaniyên xwezayî, çi jî di warê rêvebirineke rêkûpêk de. Weke ew ezmûna Rêveberiya Xweser a me di nava çend salên borî de dîtiye, kariye rêveberine serketî bide meşandin.”

Gulistan Seîd diyar kir ku Rêveberiya Xweser kariye binesaziya aborî bi rêxistin bike û rewşa jiyana xelkê baştir bike, mafê pêkhateyên cuda misoger bike û ev tişt anî ziman: “Divê kurd ji bo parçeyên din tim hevkar û hemaheng bin. Bi taybetî divê başûrê Kurdistanê piştgiriya beşên din ên Kurdistanê bike. Her weke di dema şerê Kobanê de Parlamentoya Herêma Kurdistanê biryar da pêşmerge bişîne, niha erka Parlamentoya Kurdistanê ye ku rêveberiya xweser nas bike.”

Her wiha Gulistan Seîd da zanîn ku ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî fermî bê naskirin divê projeyek bê amadekirin û wiha bi dawî kir: “Ev proje jî divê ji aliyê kesên taybet ve were nivîsandin. Ji bo piştgiriya tevahiya pêkhate û aliyên cuda yên parlamentoyê bi dest bixe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar