Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Tevî çekên kîmyewî û her cûre bêexlaqiyê jî encam bi dest nexist

Dewleta tirk a dagirker di şerê xwe yê dijî kurdan de her cûre bêexlaqî kir û dike. Êrîşên di 23’ê Nîsana 2021’an de hat destpêkirin hîn bi hemû hêza xwe didome. Lê faşîzma tirk heta niha tu encam bi nexistiye.   

Êrîşên dewleta tirk ên di 23’ê Nîsana 2021’an de dest pê kirin û di 17’ê Nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê hatin berfirehkirin hê jî dewam dikin. Bîlançoya êrîşên ku bi şirîkatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) berdewam dikin roj bi roj girantir dibe. Di daxûyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (HSM) ya der barê sala dawî de hat ragihandin ku di navbera 14’ê Nîsana 2022 û 14’ê Nîsana 2023’an de 259 endamên HPG û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dane. Daxuyaniya di ANF’ê de hatiye belavkirin, hat ragihandin ku di vê pêvajoyê de li Zap, Avaşîn û Metîna ji hin herêman leşker û cerdevan vekişiyane, 2 hezar û 833 leşker û cerdevanan jiyana xwe ji dest dane û 387 jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku herêm bi deh hezaran caran bi tank, obus, hawan û çekên giran hatiye bombekirin û 4 hezar û 233 caran bi balafirên şer û 5 hezar û 628 caran jî bi helîkopteran hatiye bombekirin. Dîsa hat diyarkirin ku 3 hezar û 730 êrîşên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatine kirin

Êrîşên kîmyewî û hevkariya PDK’ê 

Bikaranîna çekên kîmyayî ku li cihanê wek tawaneke dijî mirovatiyê tê dîtin, di nava salekî şer de yek ji mijarên herî zêde hat nîqaşkirin. Di êrîşên bi çekên kîmyewî de herî kêm 44 HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku HPG’ê dîmenên 2 endamên HPG’ê yên di 18’ê cotmeha 2022’yan de ji ber bandora kîmyewî jiyana xwe ji dest dabûn parve kir, bikaranîna çekên kîmyewî ket rojeva tevahiya cihanê. Dema ku saziyên serbixwe yên navneteweyî banga lêkolînê kirin, pisporên ku dixwestin li herêmê lêkolînan bikin ji aliyê PDK’ê ve hatin astengkirin. PDK’ê ku meşa li dijî êrîşan a bi pêşengiya ciwanan asteng kir, di 14’ê Hezîrana 2021’an de jî nehişt ku Nûnertiya Aştiyê ya Navneteweyî li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê daxuyaniyekê bide.

Biyolog Jan Van Aken û Josef Savari yên endamên Doktorên Navneteweyî ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî, meha îlonê ji bo lêkolîna çekên kîmyayî serdana Herêma Kurdistanê kiribûn. Biyolog Jan Aken di daxuyaniya xwe ya piştî serdanê de diyar kir ku ji aliyê qeymeqamê Amediyê ve li Hirur û Kanî Masê lêkolîn hatine astengkirin û destûr nehatiye dayîn ku lêkolînê bikin.

Dîsa wêneyê bombeya ku li Werxelê hatiye bikaranîn û li ser “Bombeya Destê Gazê” hatiye nivîsandin hat weşandin. Bombeya navborî di çarçoveya Peymana Qedexekirina Pêşxistin, Hilberandin, Berhevkirin û Bikaranîn û Jinavbirina Çekên Kîmyayî de ku di 13’ê çileya 1993’an de li Parîsê ji bo îmzeyê hat vekirin û di sala 1997’an de ket meriyetê, qedexe ye.

Asta xayîntiya PDK’ê û maskeyên gazê 

Yek ji bûyerên ku herî zêde bi bertekê re rûbirû ma û deng veda jî, maskeyên gazê yên ji HPG’ê re li dijî gaz û bombeyên kîmyewî şandibûn, ji aliyê Antî-Terorên Kurdistanê yên PDK’ê ve hatin desteserkirin. Dijî Terorê ya Kurdistanê ragihand, di dawiya adara îsal de li Duhokê dest danîne ser 1200 maskeyên gazê û bi îdiaya ku “plana metirsîdar a PKKê hatiye têkbirin.”

Qaşo ajalperest jî bêdeng bûn

Li herêmê ji bilî bikaranîna çekên kîmyewî, cerdevanên weke “Tîma Xencerê” ku di salên 1990’î de bi gelek sûcan derketibûn pêş, li herêma şer hatin bicihkirin. Dîsa di dema êrîşên ku didomin de derketibû pêş ku Tirkiye gelek hêzên paramîlîter ji Sûriyê veguhezand başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û di êrîşan de bikar aniye.

Di êrîşan de heywan jî hatin bikaranîn û kirin mertal. ANF’ê dîmenên kûçikê bi teqemenî û kamerayan barkirî ku di 31’ê tîrmeha 2022’yan de di nava tunelan de tê ajotin weşand.

Bi destûra Barzaniyan tenê baregehên resmî yên tirk 70’ê derbas kiriye 

Di van êrîşan de Tirkiyê bi razîbûn û erêkirina malbata Barzanî û hêzên taybet ên ser bi PDK’ê ve avakirina baregehên nû yên leşkerî li başûrê Kurdistanê berdewam kir. Li gorî endamê Komîsyona Asayîş û Asayîşa Giştî ya Parlamentoya Iraqê Bedir El-Ziyadî, Tirkiyê li başûrê Kurdistanê 70 baregehên leşkerî ava kirine û 30 hezar leşker li wir bi cih kirine.

Sûîqestên MÎT û PDK’ê 

Di êrîşên ku berdewam dikin de gelek sivîl bûne hedef. Li gundê Perex ê ser bi bajarê Zaxoyê di encama bombebarana balafirên şer de 9 geştiyarên ereb hatin kuştin. Êriş ne tenê li gundan bûn; Li dijî siyasetmedarên kurd gelek sûîqest hatin kirin. Di 16’ê îlona 2021’an de li bajarê Silêmaniyê welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondu di encama êrîşeke çekdarî de birîndar bû. Di 17’ê îlona 2021’an de endamê Komîteya PKK’ê Yasîn Bulut (Şukri Serhed) li Silêmaniyê hat qetilkirin. Di 18’ê gulana 2022’yan de Zekî Çelebî li dikana xwe di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Di 28’ê tebaxê de endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî û nivîskar Suheyl Xurşîd Ezîz (Mamoste Şemal) li Kifrî li ber deriyê mala xwe di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û akademîsyen Nagihan Akarsel di 4’ê cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyê di encama êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin. Herî dawî siyasetmedar Huseyîn Tûrelî di 18’ê nîsanê de li dikana xwe ya li navenda bazirganiya herî qelebalix a Dihokê di encama êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin.

Bertek tenê ji hin saziyên sivîl hat 

Di dema qirkirina siyasî û êrîşên kîmyewî de gelek sazî û rêxistinên navneteweyî yên wekî Grûbên Aştîxwaz ên Xiristiyan (CPT), Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê, Parlamentoya Katalonyayê bang li Tirkiyeyê kirin ku êrîşên xwe rawestîne. Cîgirê serokwezîrê herêma başûrê Kurdistanê Kubat Talabanî bang li rêveberiya PDK’ê kir ku di êrîşan de cih negire. Ji bilî Tirkiye û Kurdistanê, li seranserê Ewropayê bi taybetî li Swîsre, Almanya, Fransa, Awûstûrya, Yewnanîstan û Swêdê û li bajarên Rojava yên weke Qamişlo û Hesekê gelek çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Lê ji dewletên qaşo behsa mirovatî mafê mirovan dike, heta niha ji bo çekên kîmyewî tu daxûyanî nedane. Gava mijar dibe kurdên azad mirovatî jî mafê mirovan jî diqede.

Yên lêkolîn xwestin hatin girtin û darizandin 

Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên tirk Şebnem Korur Fincanci di 26’ê cotmeha 2022’yan de ji ber ku xwestibû têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî lêpirsîn bê destpêkirin, hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Fîncanci ku bi qasî 3 mehan di girtîgehê de ma, di 11’ê çileya 2023’yan de hat berdan. Li aliyê din Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê parêzer Aryen Tûran ji ber axaftina xwe ya li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya di kongreya Baroya Îzmîrê ya di 22’yê cotmeha 2022’yan de hatibû lidarxistin kiribû, hedef hat nîşandan piştre hat binçavkirin û paşê hat berdan. Doza ku derbarê Turan de bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” dewam dike.

Biryara dîrokî ya KCK’ê û bêexlaqiya dewleta tirk

KCK’ê ragihand ku piştî erdhejên 6’ê Sibatê yên li Mereşê biryara “bêçalakîtiyê” girt û piştre jî ev biryar heta hilbijartinên 14’ê Gulanê dirêj kir. Lê belê tevî biryara “bêçalaktiyê” jî êrîşên li dijî başûrê Kurdistanê dewam dikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar