Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Tevî derfetên kêm jî li Rojava li dijî koronayê têkoşîneke bibandor heye

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) ku gefê li hemû cîhanê dixwe, hê jî jê re dermanek nehatiye peydakirin. Ji ber vê şewbê jî roj bi roj kesên bi vîrûsê dikevin û yên di bin qurbanî zêdetir dibin. Li Bakur û Rojavayê Sûriyeyê jî ji bo pêşîlêgirtina vîrûsê bergiriyên baş hatibûn girtin. Rêveberiya Xweser van bergiriyan bi israr jî didomîne. Tê gotin ku dê li herêmê dema qedexeya derketine derve bê dirêjkirin. Dîsa ji bo têkoşîna li dijî vîrûsê, lijneyeke ku ji 12 bijîşkan pêk tê, hat avakirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Firatê Dr. Ehmed Mehmûd jî di vê lijneyê de cih digire. Mehmûd têkildarî rewşa dawî ji MA’yê bi Nazim Daştan re axivî. Mehmûd diyar kir ku bi derfetên xwe yêm kêm li dijî vîrûsê têkoşîneke bibandor didin û wiha got: “Lê herêmê hê jî bûyereke nehatiye dîtin. Me li gorî her herêm û bajarî bergiriyên cuda xistine meriyetê. Me li Kobanê ji bo qarantînayê 3 cih ava kirine. Her wiha ji bo ku bi awayekî lezgîn tevbigerin, me komên tenduristiyê ava kirine. Ji bo vê yekê me qeteke ragihandinê diyar kir û bi hemû gelê xwe re parve kir. Di vê rewşê de heke tiştek bibe, dê komên me li gorî rewşa nexweş pê re mudaxale bikin. Komên me heta îro li gelek deveran geriyan lê li tu cihî vîrûs tespît nekirin.”

‘Dibe ku dema qedexeya derketina derve bê dirêjkirin’

Bi domdarî jî Mehmûd destnîşan kir ku ji ber ku wan zû bergirî girtin, vîrûs derbasî herêma wan nebûye û wiha pê de çû: “Me deriyên sînoran ji ketin û derketinê re girt. Bêyî ku vîrûs derbasî herêma me bibe em ketin nava liv û tevgerê. Me bi qedexeya derketina derve bergirî girt. Lê gel vê em bi kîtên ku me li dijî vîrûsê hilberand testan dikin. Niha beşeke ji van kîtan me aniye vir. Ez bawerim dê ev rewş hinek jî bidome. Em hê jî li maseya krîzê ku me ava kiriye vê yekê nîqaş dikin. Lê dibe ku em dema qedexeya derketina derve dirêj bikin. Daxwaza me ji gelê me ew e ku ji bo niha ji mala xwe dernekevin. Ev ji bo tenduristiya wan girîng e.”

Kar û xebatên Lijneya Zanistê

Herî dawî jî Mehmûd ev tişt anî ziman: “Lijneya Zanistê pêşengiya xebatê Wezareta Tenduristiyê dike. Weke lijneyê me bernameyek amade kir. Me biryara, di rewşeke muhtemel de çawa tevbigerin, da. Heke bûyer hebe divê kengî bikevin bin karantînayê, wê kîjan derman bên bikaranîn, wê li malê yan jî li cihê karantînayê bê mudaxalekirin, nexweşîna heyî vîrûsê ya ne, dê bi temamî ev bi ast ast ji aliyê lijneyê ve bên diyarkirin û li gorî vê yekê bê berdewamkirin. Her wiha em ê weke lijne li dijî vîrûsê, ji bo hilberandina çareseriyê jî xebatan bimeşînin. Li gorî derfetên xwe rêyên ku em jî li serê dixebitin hene.” KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar