Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Tevî êrîşan jî malbatên girtiyan qad vala nehiştin

Malbatên girtiyan îro jî li Gebze û Amedê ji bo piştgiriya bi berxwedana zarokên xwe li qadan bûn. Dayik û malbatên girtiyan rastî êrîşa polîsan hatin û hatin derbkirin. Li ser israra berxwedanê ya li Amedê, dayika çalakiya xwe ya rûniştinê pêk anî

Dayik û malbatên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji bo xwedîderketina li berxwedana zarokên xwe û bal kişandina ser rewşa wan, li gelek deverên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyan li dar dixin. Di vê çarçoveyê de di roja 27’emîn de jî dayik û malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê çalakî pêk anî. Dayik û malbatên li Amedê jî tevî êrîşa beriya nîvro, careke din kom bûn û çalakî pêk anî.

Di roja 27’emîn de dayik û malbatên girtiyan careke din li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê kom bûn. Di çalakiyê de parlamentara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Şevîn Coşkun û parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu jî amade bûn. Lê polîsan careke din êrîşî dayikan kir û nehiştin ku çalakiya xwe pêk bînin.

‘Em ê dîsa li vir bin’

Li ser vê yekê dayik careke din li avahiya HDP’ê ya Gebzeyê kom bûn û çûn ber girtîgehê. Polîsan li vir dayik dorpêç kirin û xwestin ku belav bibin. Di dema dorpêçê de parlamenteran bertek nîşanî polîsan dan û got ku çalakiya dayik û malbatan hiqûqî ye. Demek piştre jî polîsan dayik bi zorê li wesayîtan siwar kirin û ji qadê dûr xistin. Dayikan jî destnîşan kir ku dê sibê careke din bên û çalakiya xwe li dar bixin.

Çalakiya li Amedê

Bi heman boneyê dayik û malbatên girtiyan ên li Amedê jî di danê sibehê de xwestin ku li Parka Koşuyolu ya Rezan a Amedê çalakiyê pêk bînin. Lê dayik rastî êrîşan hatin û polîsan dayik derb kirin. Di êrîşê de tevî 5 dayikan, 7 kes bi lêdanê hatibûn binçavkirin.

Parlamenter Aydenîz tacîz kirin

Dayik û malbatên girtiyan piştî nîvro careke din xwestin ku çalakiyê pêk bînin. Piştî hevdîtina parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha  Aydenîz û Mûsa Farisogullari ya bi rayedarên polîsan re, destûr hat dayîn ku malbat bi qasî nîv saetê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Aydenîz ku di nava dorpêça polîsan de hate tacîzkirin, bertek nîşan da. Li ser vê yekê polîsê navborî ji cihê bûyerê hate dûrxistin. Malbatên ku çalakiya rûniştinê pêk anîn, çûn ber avahiya TUAY-DER’ê.

Çalakî di bin dorpêçê de domandin

Malbatên ku di bin dorpêça polîsan de meşiyan, bênavber dirûşmên ‘Zarokên me rûmeta me ne’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ berz kirin. Malbatên ku derbasî avahiya TUAY-DER’ê bûn, di bin dorpêça polîsan de çalakiya xwe ya rûniştinê domandin. KOCAELÎ-AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar