Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Tevî êrişê jî Dayikên Şemiyê çalakiya xwe li dar xistin

Dayikên Şemiyê û parlamenterên piştgirî didan çalakiya wan, tevî hemû astengkirinên polîsan jî di hefteya 958’an de jî çalakiya xwe li dar xistin. 

Ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, Dayik/Mirovên Şemiyê her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Çalakiya hefteya 958’an jî li Qada Galatasarayê hate domandin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Sirri Sakik û Meral Daniş Beştaş, endamê Lijneya Rêveber (MYK) a HDP’ê Mûsa Pîroglû û Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik piştgirî dan daxuyaniya vê hefteyê.

Dema parlamenteran ber bi Qada Galatasarayê ve dest bi meşê kirî, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Parlamenteran di bin wê dorpêçê de bertek nîşan dan. Di wê navberê de Parlamenterê Partiya Çepên Kesk û serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder xwest bikeve meydanê lê ji hêla polîsan ve hate astengkirin.
Dayikên Şemiyê jî ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Di wê navberê de li pêşiya Pasaja Çîçekê ya li ser Cadeya Îstîklalê ji hêla polîsan ve hatin derbkirin û dorpêçkirin. Di vê navberê de welatiyekî bertek nîşanî polîsan da û ew welatî jî hate derbkirin. Dayikên Şemiyê, dorpêça polîsan bi nîşaneyên serkeftinê protesto kirin.
Polîsan piştre jî destên Dayikên Şemiyê kelemçe kirin û binçav kirin. Di dema binçavkirinê de rojnamegeran xwestin dîmenan bikişînin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar