Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Salı - 26 Kasım 2024

Tevî hemû êrîşan jî jin dîsa dikarin dibêjin ‘tecawizkar tu yî’

Jin li dijî kuştinên jinan ên ku di rojên dawî de zêde dibin, rêxistinbûna xwe berdewam dikin. Rêxistinên jinan tevî hemû tundî û astengiya dewletê dîsa dikarin bêjin ‘Tecawizkar tu yî’

Li Tirkiyeyê kuştina jinan her roj zêde dibe. Li dijî kuştin, tacîz, tecawiz û tundiya zilam û dewletê jin bêtir dengê xwe bilind dikin û nerazibûnên xwe bi dengê bilind tînin ziman. Jin dadikevin kolanan û nerazibûnên xwe tînin ziman. Îktîdar li şûna tundiya li ser jinê rawestîne, destekftiyên jinan dike hedef. Dîsa jin rastî tundiya polîsan tên. Rêveberên Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM), Jinên Ciwan ên Azad (OGK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildardî hişmendiya mêr a li Tirkiyeyê û tundiya li ser jinan axivîn.

Endama OGK’ê Yaren Tuncer diyar kir ku tundiya mêr bêtir piştî qeyrana aborî zêde bûye û wiha got5: “Mêr her heqî di xwe de dibîne ku jinê bi xwe ve girê bide. Jinê wekî koleya xwe dibîne. Dixwaze li ser bedena jinê her tiştî bike. Li aliyê din civak rolekî dide mêrê serdest. Wekî hêz dibîne. Têkoşîna jinê ya dixwaze di nava civakê de bibe xwedî statu û cihekî bibîne, bi mêrê serdest û dewletê gavan bi paşve dide avêtin. Erdogan dibêje ‘Tehemula min li hemberî tundiya li ser jinek din tune ye.’ Ev tirsê nîşan dide. Dîsa dizane ku berpirsyar kî ye.”

‘Jin êdî di ferqê de ne’

Tuncer da zanîn ku dema gotinên ‘AKP’, ‘Erdogan’ û ‘dewlet’ di nav hev de derbas dibin polîs mudaxale dikin û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoyek wisa de jin dadikevin kolanan û li dijî tundiyê dansê dikin. Dikarin bêjin ‘Tecawizkar tu yî’ Jin êdî di ferqê de ne. Hişyarî û zanîn pêş ketiye. Vê zanebûna xwe li kolanan dide der.”

Jin êdî teşhîr dikin

Berdevka SKM’ê Denîz Aktaş destnîşan kir ku êdî tevgera jinan mezin bûye û wiha axivî: “Mezinbûna tevgera jinan bêtir tundiya mêr teşhîr dike. Jin li dijî tundiyê bêtir xwe bi rêxistin dikin. Rêxistinbûna jinan bi têkoşînek dem dirêj gihişt vê astê. Jin dê li kolanê azad bibin bi azadiya jinê ya li malê ve girêdayî ye.”

‘Bandora dîktaroiyê jî heye’

Rêvebera HDP’ê ya Stenbolê Muge Caner jî diyar kir ku tundiya li ser jinê di zêdebûna kuştina jinê de xuya dibe û ev tişt anî ziman: “Zêdebûna kuştina jinê tundiya li ser jinê nîşan dide. Niha wekî civakê derûniya me ser û bin bûye. Dîktatoriya mêr jî serdest e. Dixwazin hişmendiya ‘Mêr çi bibêje divê jin wê bike’ ava bikin. Jin di rewşek wisa de nikarin xwe bînin ziman. Dema xwe îfade dikin ewlehiya wê dikeve talûkeyê. Ger ku bi hevjînê xwe re ne kêfxweş bin û bixwaze hevjînê xwe berde, encama wê mirin e. Rewşa heyî jî rê li pêş vê yekê vedike. Yê tundiyê jî dike dizane ev heta dawî wisa naçe. Lê wekî ku hinekî din dewletê bi rêve dibin tev digere.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar