Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Tevî raporên pêzaniyê jî li belavkar Ekîn 13 sal ceza hate birîn

Belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê Omer Ekîn di 28’ê kanûna 2018’an de bi îdiaya ‘Firoşgeh şewitandî ye’ hate binçavkirin û di 18’ê adar heman salê de jî hate girtin. Li Ekîn 13 sal û 10 meh ceza hate birîn. Lê belê di dema bûyerê de telefona wî li malê bû. Her wiha di analîzên dîmen ên ji hêla pêzaniyê ve de jî xuya bû ku kesê firoşgeh şewitandî Ekîn nîne lê tevî vê yekê jî Ekîn nehat berdan

Di 18’ê adara 2019’an de li Esenyurt a Stenbolê firoşgehek hatibû şewitandin. Belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê Omer Ekîn jî di 28’ê adara 2019’an de dema li Esenyurt a Stenbolê rojname belav dikir hatibû binçavkirin û di 18’ê adarê de jî bi îdiaya ku ‘firoşgeh şewitandî ye’ hatibû girtin. Ekîn piştî ku veguhestin girtîgeha Sîlîvriye jî demildest îdinameya wî hate amadekirin û di 22’yê nîsanê de şandin dadgehê. Dozger di îdinameyê de xwest ku Ekîn ji îdiayên ‘Endamê rêxistinê ye’, ‘Zirar dayê mal’ û ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’ ceza bixwe.

Her wiha di îdianameyê de sînyalên telefonên kesên gumanbar ên market şewitandin jî hene. Lê di wê kêliyê de sînyalên telefona Ekîn li mala wî dixuye. Lê di girteka tespîtkirina dîmenên bûyerê de tê îdiakirin ku kesê rûyê wî girtî Ekîn e. Di îdianameyê de tê destnîşankirin ku bejna kesê rûyê wî girtî metreyek û 60 cm e, derdora 17-18 salî ye û zikê wî mezin e. Lê berevajî vê Ekîn 23 salî, bejna wî metreyek û 85 cm û zikê wî jî mezin nîne.

Pêzaniya taybet: Yê di dîmen de dixuye Ekîn nîne

Di îdianameyê de tenê ev delîl hene lê tevî vê yekê jî 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê qebûl kir. Di danişîna 7’ê hezîrana 2019’an de Ekîn îdiayên der barê wî de tên kirin red kirin û xwest ku dîmen ji pêzaniyê re bên şandin. Lê dadgehê daxwaza wî red kir. Li ser vê yekê jî parêzeran ji pêzaniya taybet re şandin. Di rapora pêzaniya taybet de jî tê gotin ku kesê di dîmenan de dixuye, Ekîn nîne. Tevî vê yekê, şandeya dadgehê di danişîna di 18’ê kanûnê de bi heman îdiayan 13 sal û 10 meh ceza li Ekîn birî.

Ekîn têkildarî mijarê name şand

Têkildarî mijarê Ekîn nameyek şand û ev tişt anî ziman: “Biryara ku hatiye dayîn tu eleqeya xwe bi wijdan û hiqûqê re nîne. Di şexsê min de têgeha ‘edaletê’ hatiye binpêkirin. Polîsan li ser min dek û dolap gerandin. Dema min li Esenyurtê rojname belav dikir, polîsan gelek caran ez dam sekinandin. Ji bo karta min a rojnameyê digotin ‘sexte’ ye û ez dibirim qereqolê. Li wir di gotin; ‘Vê rojnameyê belav neke û here ji xwe re karekî baş bibîne. Ger tu karê xwe bidomînî em ê tiştekî bi serê te bînin.’ Dixwestin belavkirina rojnameyê asteng bikin lê nekarîn. Li ser vê yekê jî şewitandina firoşgehê xistin stûyê min. Bi van hewldanan dixwazin me bitirsînin. Bi delîl û îdianameyên nerast li rojnamegeran ceza dibirin. Lê divê bê zanîn ku heqîqet dê her dem bê nivîsandin û bigihe gel.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar