Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Tevî şantaja dewletê jî bêrûmetî qebûl nekir

Bavê gerîlayê HPG'ê Tolhildan Tekman (Yilmaz Ûzûn), Îbrahîm Ûzûn diyar kir ku dewletê jê xwest ku tevlî koma AKP'yî li pêşiya avahiya HDP'ê ya li Amedê bibe, ji ber ku wî ev bêrûmetî qebûl nekir, cenazeyê kurê wî di hundirê qutiyê de radestî wan kirine.

Gerîlayê HPG’ê Tolhildan Tekman (Yilmaz Ûzûn) sala 2020’î li Sêrtê di êrîşa hewayî de tevî 5 hevrêyên xwe şehîd bû. Bûyerên ku bi serê Tekman û malbata wî ve hatin, nîşaneya hovîtî û qirkeriya dewleta tirk a li ser gelê kurd e. Radixe pêş çavan ku ev sîstema nikare tehamûlî miriyan jî bike, bê dikare li hemberî kurdan çi bike. Dewletê mirina Tekman 3 salan ji malbata wî veşart û ji malbatê xwest ku biçe ber avahiya HDP’ê ya li Amedê û tevlî koma AKP’yî bibe. Malbatê li dijî vê zext û şantajê bi salan li ber xwe da. Dewletê jî bi kiryareke li dijî mirovahiyê bersiv da. Hestiyên Tekman piştî 3 salan di hundirê qutiyekê de radestî malbata wî kir.

Bavê Yilmaz Ûzûn Îbrahîm Ûzûn ku li Tatosê dimîne ji ANF’ê re qala bûyerên bi serê wan ve hatiye kir.

Ûzûn diyar kir ku sala 2020’î Emniyeta Stenbolê lê geriya û jê re got, ‘Kurê we di şer de mir, divê hûn testa DNA’yê bikin’ û anî ziman ku ji bo testa DNA’yê ew li Sêrtê bi hefteyan hate rawestandin. Ûzûn ragihand ku piştî rawestandina demdirêj nûmareyeke dosya jê re hate dayin, piştî ku testa DNA’yê da, jê re gotin ‘Em ê di nava 6 meh û salekê de bersivê bidin te’.

Piştî 5 mehan bang li Îbrahîm Ûzûn hate kirin ku biçe Qereqola Polîsan a li Kolana Vatanê. Jê xwestin ku tevlî koma AKP’yî bibe ku li pêşiya avahiya HDP’ê ya Bajarê Amedê çalakiya dagirkeriyê dike. Bav Îbrahîm Ûzûn ev pêşniyar red kir. Tevî ku red kir jî dewletê hefteyê carekê avêt ser mala Ûzûn. Serdegirtin jî bi bahaneya ‘lêgerînê’ hate kirin.

‘Ev çi exlaq e çi mirovahî ye’

Ûzûn diyar kir ku beriya testa DNA’yê û piştî wê pêşniyar lê hate kirin ku biçe Amedê û got: “Ev pêşniyareke bêexlaq bû, nedibû ku min qebûl bikira. Min ji wan re got, ‘Hûn dibêjin kurê min miriye, lê vê pêşniyarê dikin. Gotin, ‘Na, sax e. Eger hûn bi ya me bikin, bi rêya înternetê hûn ê karibin pê re biaxivin û îqna bikin’. Min jî ji wan re got, ‘Îradeya azad a kurê min e. Ez dest lê wernadim. Ez tu carî bêrûmetiyeke bi vî rengî nakim’. Piştî ku min bi vî rengî ji wan re got, careke din negeriyan.”

Bav Ûzûn anî ziman ku piştî demeke dirêj a nediyar ew ji e-devletê hîn bû ku kurê wî şehîd bûye û got: “Di sala 2021’ê de dozgeriyê mirina wî ragihand, ji nifûsê xist. Dewletê zanîbû ku miriye, lê belê ji min veşart û birin li goristana bêkesan a li Sêrtê veşart. Ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe min serlêdan kir. Min gor vekir, dît ku qutiyeke biçûk e. Kurê min ku bejna wê 1.85 cm bû, di hundirê qutiyeke biçûk de min xist wesayitê. Ji ber ku gotin wê nikaribin wesayiteke cenaze ya fermî bidin min, min jî bi derfetên xwe wesayiteke cenaze peyda kir. Li pêş ez sekinîm û dema min hundirê qutiyê vekir û lê nihêrî matmayî mam. Di hundirê qutiyê de kavanoz hebûn. Parçeyên kurê min xistibûn hundirê kavanozên biçûk. Wê demê dinya bi serê min ve rûxiya, min got xwezî qiyamet rabûya. Ev çi exlaq e, çi mirovahî ye.”

Ûzûn anî ziman ku cenazeyê kurê wî jî li hemberî wan weke amûreke şantajê hate bikaranîn û got, exlaqekekî şer û dijminatiyê jî heye.

Ûzûn diyar kir ku dema bi rê ketin ji bo cenaze bibin Tatosê, wesayteke polîsan da pêş wan, bi kêfî hêdî diçû û got: “Li Bedlîsê jî rapora mirinê ji min xwestin. Navbera Sêrt û Erzîromê 6 saet e, lê em bi 20 saetan çûn. Saet derdora 22:00 em gihîştin gund. Li gund li pêşiya her malê leşker hatibûn bicihkirin. Destûr nedan ku em biçin mizgeftê, li wir nimêjê bikin û serdanên sersaxiyê qebûl bikin. Leşkeran li ber her malê nobed girtin û destûr nedan ku gundî biçin goristanê. Me nekarî mele jî peyda bike, baş bû ku xizmekî me mele bû û ew hat goristanê, wecîbeyên olî pêk anî. Gund hatibû dorpêçkirin. Malbat bi temamî çûn goristanê, ji bo xêrê me xwest gofret û biskuvî belav bikin, lê belê leşkeran zarok tirsandin û destûr nedan wan.”

Ûzûn ragihand ku heyeta HDP’ê tevî hemû astengiyan jî serdana wan kir û anî ziman ku wê mijarê bixe rojeva dadgeriyê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar