Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Tevî xeteriya dagirkeran cotkar hewl didin çandiniyê pêş bixin

Endama Saziya Çandiniyê Evîn Ehmed rewşa çandiniyê ya li navçeya Til Temirê nirxand. Evînê bal kişand ser zehmetiyên di warê çandiniyê de û wiha got: “Tevî xetereya dewleta tirk û êrîşên wê yên li ser navçeyê, şêniyên Til Temirê hewl didin çandiniyê geş bikin û aboriya xwe xurt bikin

Navenda Nûçeyan

Herêma Cizîrê Herêm di warê çandiniyê de pêşketî ye. Ji ber ava wê ya zêde erdê wê dewlemend e û di warê çandiyê de baş e. Piştî şerê ku li Sûriyeyê rû da êdî rewşa çandiniyê heta astekê paşde ket, lê di nav çend salên dawî de êdî gel herêmê tevî hemû zehmetiyan û kêmderfetiyan, çandinî pêş xist.  Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê, êrîşên xwe yên li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyetê dest pê kirin, gelek ji erdên çandiniyê ketin bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê û rewşa çandiniyê paşde ket.  Lê niha dîsa gel hewl didin çandiniyê geş bikin. Têkildarî vê miajrê Endama Saziya Çandiniyê Evîn Ehmed rewşa çandiniyê li Til Temirê nirxand û ji me re parve kir.

‘Bi sedan cotkar serdana saziyê kirine û tov girtine’

Evînê di destpêkê de rewşa çandiniyê ya li Til Temir û gundewarên wê nirxand û ev tişt got:”Li gorî ku bajarê Til Temir û gundewarên wê bi xeteriya dewleta tirk a dagirker re rû bi rû ne, lê cotkar serdana Saziya Çandiniyê dikin. Tevî ku gelek cotkar erdê wan nêzî xeta agir in, lê tên û tovê ceh, genim û gelek cureyên tovê zebzeyan ji saziyê digirin. Ev meheke ku me dest bi qeydkirina navên cotkaran kiriye, heta niha hejmara wan bûye 470 cotkarî. Heta niha jî rêjeya mazotê ku me li cotkaran ji bo çandiniyê belav kiriye gihiştiye 777 hezar û 650  litreyî.”

‘Ji ber gulebaran û êrîşan cotkar zehmetiyan di çandiniyê de dibînin’

Evînê bal kişand ser erdên cotkaran yên di bin dagirkeriyê de û wiha dirêjî da gotina xwe:”Piştî êrîşa dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê, gelek ji gundewarên Til Temirê ketin bin dagirkeriyê. Niha bi giştî 50 hezar donim erd di bin dagirkeriyê  de ne  û 8 hezar donim jî di xeta agir de ne. Cotkar nikarin biçin van erdên xwe biçînin. Cotkarê ku erdê wan pir nêzî xeta agir in nikarin biçînin, ji ber metirsiya ji dewleta tirk a li ser jiyana xwe û tirsa ku wan birevînin, topbaran ango gulebaran bikin, heye.”

‘Hewl didin çandiniyê geş bikin’

Evînê da xuyakirin ku şênî çandiniyê geş dikin û wiha dawî li gotina xwe anî: “Herêma Cizîrê bi çandiniyê tê nasîn, ji ber wê jî şênî  tevî hemû zehmetiyên ji ber dagirkeriyê, dîsa hewl didin ku aboriya xwe xurt bikin, erdên xwe biçînin û debara xwe pê bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar