Girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de da zanîn ku zextên li ser wan zêde bûne. Girtiyan got ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û ew dê bi berxwedana xwe gelê kurd teslîmî faşîzmê nekin. Girtiyan diyar kir ku serkeftin bi dengekî hevpar pêkan e û banga xurtkirina berxwedanê li gel kir
Di 8’ê mijdara sala 2018’an de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hate destpêkirin û çalakî kete roja 124’an. Çalakî di demekî kin de pêl bi pêl mezin bû. Her wiha çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlêrê di roja 111’an de, ya 14 çalakgerên li Strasbuorgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê di roja 85’an de, çalakiya girtiyan a koma yekemîn ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir jî 86 roj li pey xwe hişt.
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi daxuyaniyekê biryara mezinkirina berxwedanê da û di vê çarçoveyê de jî di 1’ê adarê de li temamiya girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Di 3’yê adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi çalakiyê kirin. Bi heman boneyê, di 8’ê adarê de jî bi tevlêbûna parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û 2 welatiyên din çalakî hat mezintirkirin.
Piştî derketin jî çalakî domandin
Sedat Akin jî li Girtîgeha Tîpa T ya Erzînganê ku bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû û piştre jî hate berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 54’emîn de didomîne. Gurbet Ektîren a ji Girtîgeha Bakirkoyê hat berdan jî li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe didomîne.
Zextên li ser girtiyan zêde bûn
Bi destpêkirina berxwedanên greva birçîbûnê re, zextên li ser girtiyan jî zêde bûn. Lê tevî hemû zextan jî girtî bi biryardarî çalakiya xwe didomînin. Greva birçîbûnê ya Mehmet Erbey û Suleyman Benzer ku di 26’ê kanûnê de li Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê dabû destpêkirin, 76 roj li pey xwe hişt. Her wiha girtiyên li heman girtîgehê yên bi navên Ahmet Akbalik û Fîkret Karakoç jî di 5’ê çileyê de dest bi grevê kirin û 67 rojin di grevê de ne.
Binpêkirinên li Girtîgeha Duzceyê
Şukran Aydogan ku bi Mehmet Erbey re hevdîtin pêk anî, bal kişand ser helwest û daxwazên girtiyan. Aydogan anî ziman ku girtî rastî binpêkirina mafan tên û wiha domand: “Rojnameyan nadin girtiyan. Jimartina ser pêyan li wan ferz dikin. Girtiyan da zanîn ku moralê wan bilind e û heta ku daxwazên wan pêk tên dê çalakiya xwe bidomînin. Bi serkeftinê bawerin. Erbey 16 kîloyan zeîf bûye. Suleyman Benzer di hucreya yekkesî de tê girtin. Girtiyan got ku hemû girtî rastî hemû binpêkirinên mafan tên. Rayedar zextê li ser dikin ku bi nîzama leşkerî bimeşin. Her wiha hevdîtina bi malbatê re daxistine nîv saetê.”
Çalakiya girtî Îsmet Akin
Li Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî, Îsmet Akin e. Akin di sala 1979’an li gundê Gulard ê Gever a Colemêrgê ji dayik bû. Akin ku zarokatiya xwe li gund derbas kir, di sala 1994’an de tev li refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Akin di 13’ê sibata 2012’an hate girtin û ji du dosyayên cuda hat darizandin. Di dosyayekê de ji bo Akin 2 caran cezayê muebbeta giran û di dosyeya din de jî 30 caran cezeyê muebbeta giran dan. Cezayên li Akin hatine birîn li dadgeha îstînafê tên rawestandin.
‘Ez bi berxwedanê bihizûr im’
Akin, di sala 2012’an de li girtîgehê beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bibû û 13 rojan di grevê de ma. 7 sal piştre jî Akin careke din kete greva birçîbûnê. Der barê mijarê de Akin name şand. Akin destnîşan kir ku wî ew hêz di xwe de nedît ku li derveyî çalakiyê bimîne û wiha domand: “Bi taybetî dema rêhevalên me li ber çavên me roj bi roj dihelin û ev berxwedana mezin têkildarî Rêbertiya me be, hestên pir zor di mirovan de ava dibin. Heta bêje ez bihizûr û keyfxweşim, ji ber ku berxwedan jiyane!”
‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’
Di berdewamê de jî Akin diyar kir ku armanca wan azadiya Ocalan e û tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Akin bi bîr xist ku bi rabûna tecrîdê re dê faşîzm têk biçe û rêyên siyaseta demokratîk vebin û civak nefesek rehet bigire. Akin daxuyand ku bedel çi dibe bila bibe heta dawiyê dê çalakiya xwe bidomînin û dê gelê kurd teslîmî faşîzmê nekin û faşîzm dê birûxe.
Rewşa tenduristiyê
Akin der barê tenduristiya xwe de jî ev agahî dan: “Rewşa min baş e. Di girtîgehê de min gelek emeliyat derbas kirin. Lê ev rewş, weke tecrîda li Îmraliyê min naêşîne. Rayedarên girtîgehê, ji bo grevên birçîbûnê yên em tu carî naxwin, 2 hingivên seyranê didin me. Pêdiviyên me jî ji kantînê rakirin û ev meheke ava fêkiyan nafiroşin. Piştî 35 rojan vîtamîna kompleksa B dan me û vîtamîna B1 nadin. Bijîşkê saziyê nayê qawîşan. Dixwazin em herin revîre. Di warê fîzîkî de ev me dixe zoriyê û em nikarin derkevin revîrê. Kontrola tansiyon û kîloyan di korîdoran de tên kirin. Piştre jî kontrolên tansiyon û kîloyê rakirin. Lê tevî vê jî moralê me hemûyan pir bilind û em bi coş in. Ji bo ku ev çalakî biserkeve pêdivî bi meş, deng, stran, helbest, silav, cesaret, kevir, şekir, xwê û qêrîna her kesî heye. Ev berxwedan, meşa wijdanê ye. Di serî de Leyla Guven, ez hemû hevalên xwe yên berxwedêr silav dikim. Ger em bi hevre bi ser bikevin, emê bi awayekê azad bijîn.”
Vîtamînên girtiyan desteser kirin
Li Girtîgeha Tîpa T ya Bandirmayê 50 girtiyan di 1’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Komîteya Mafên Mirovan ji bo 50 girtiyên li Girtîhega Bandirmayê di greva birçîbûnê de ne, vîtamîn şandin. Hat diyar kirin ku reveberiya girtîgehê dest danî ser vîtamînan. Xizmên girtiyan diyar kirin ku wan bi girtiyan re hevditin kirin û girtiyan diyar kirine ku rayedarên girtîgehê bi keyfî tev digerin. Malbatan got ku mafê girtiyan ê hevdîtina bi malbatê re, ragihandin û daxwaznameyan hatiye astengkirin û personelên girtîgehê bi fîzîkî û devkî girtiyan tahrîk dikin û tacîz dikin. Malbatan da zanîn ku di dema hevdîtina vekirî ya dawî de personelên girtîgehê pir hişk nêzi wan bûne û neheqî li wan kirine.