Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Tevlîbûna jinan a li çalakiyan pîroziyên dewletê serûbin kir’

Epîdemiyolojîst Dr. Abbas Mansouran da zanîn ku tevî hemû hewldanên rejîmê jî çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” berdewam in û axaftina wiha domand: “Xwendekarên jin ên tev li çalakiyan bûn, hemû tiştên dewletê bo xwe pîroz didît serûbin kirin.”

Li Îranê êrişên bi gazên jehrî yên li dijî dibistanên xwendekarên xwendekarên jin didomin. Heta niha tu koman êrîş li xwe negirtine û li gorî daneyên fermî; heta niha 4 xwendekaran di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî; hejmara miriyan ji hejmara fermî gelek zêdetir e. Aktîvîstê tevgera Enternasyonalîst û Sosyalîst Epîdemiyolosît Dr. Abbas Mansouran têkildarî êrîşan de axivî.

Em nizanin di rojên pêş de wê bandoreke çawa li zarokan bike

Mansouran têkildarî gaza rehikan agahî da û got ku bandora gaza tê bikaranîn û ya gaza rehikan dişibin hev û wiha got: “Êriş, di demekî nêz de li gelek herêman belav bûn. Ji roja ewil heta niha rejîm têkildarî gazên kîmyewî agahiyan vedişêre. Di ambulansên dişînin dibistanan û li nexweşxaneyan sîxûrên rejîmê hene. Heta encamên tehlîlên xwînê jî tên veşartin. Qedexe kirin ku tehlîlên xwînê li klînîkên taybet bên kirin. Rejîm naxwaze agahiyên têkildarî gazê bên belavkirin û ev yek nîşan dide ku yên van êrişan dikin rejîm bi xwe ye.”

Têkildarî gazê Mansouran ev tişt anî ziman: “Kesên ji vê gazê bibandor dibin, divereşin, serê wan diêşe, dest û lingên wan ditevizin û mîn felcê lê dibe. Hinek kesên ji gazê bandor bûne dibêjin ku bêhna kukurtê hatiye wan, bêhna ava qirêj û masiyên rizî hatiye wan. Dema em van dinirxînin, wisa texmîn dikin ku gaza rehikan tê bikaranîn. Em nizanin bê ka ev gaz dê di rojên pêş de bandoreke çawa li zarokan bike. Rejîmê ji ewil ev yek red kir lê piştre qebûl kir ku ev hîsterî ye. Herî dawî jî got ku ev gaz ‘gaza azotê ye.’ Weke bijîşkekî dikarim vê bibêjim; azot pir kêm caran bandorê li mirovan dike û heke oksîjen nebe, gaza azotê mirovan jehrî dike.”

‘Gaza tê bikaranîn li cihekî profesyonel tê amadekirin’

Di berdewamê de Mansouran diyar kir ku gaza tê bikaranîn li cihekî profesyonel tê amadekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Teknîka hewce ya ji bo amadekirina vê gazê ne di destê tu rêxistinan de heye û ne jî di destê gel de. Ev gaz, veguherandine çekên pir profesyonel. Li gorî me ev di destê gel de tune ne. Ji ber ku ji bo amadekirina van pêdivî bi laboratuarê heye û ev jî di destê gel de nîne. Armanca çekên tên bikaranîn, xwendekarên jin in.”

Dewlet bi zanebûn van kiryaran dike

Dr. Mansouran destnîşan kir ku heta niha li 24 bajaran 5 hezar xwendekar jehrî bûne û ev agahî parve kirin: “Cara ewil 3 meh berê li Kum’ê hate bikaranîn. Piştre belav bû. Bikaranîna wê ya li dibistanên ewil girîng bû ji ber ku dibistanên hedef hatine girtin, ew dibistanin ku tev li çalakiyên Jîna Emînî bûbûn. Balkêş e ku dema êrîşan dikin, deriyên dibistanan digirin. Nahêlin kesek bikeve dibistanan. Ev yek nîşan dide bê ka êrîş çiqas bi organîzeyî ne. Tu dane di destê me de nînin bê ka ev gaz encamên çawa bi xwe re tînin. Lê em vê fêm dikin; dewlet naxwaze xwendekaran bikuje lê jehrî dike.”

Mansouran, got ku rejîm dixwaze bi van êrîşên kîmyewî di nava civakê de travmayê çêbike. Dixwazin zarokên jin ceza bikin. Tevgera şoreşgerî ya jinan li gelek deveran belav bû. Hemû jinên îranî tev li bûn û vê jî rejîm pir aciz kir. Ji ber ku bêçare man. Rejîm dixwaze ji bo demekî jî be pêşî li ber mafê perwerdeyê yê jinan bigire. Lê ev planên rejîmê bi kêr nehatin. Ji ber ku hem mamoste û hem jî malbatên zarokan bi çalakiyan bersiv dan.

Gelên Îranê di erefeya şoreşê de ne. Îktîdar, mîna berê nikare pêşî li ber çalakiyan bigire. Dibêje qey bi dûrxistina jin û zarokên keç dê bikare hêza xwe komî ser hev bike. Heke ev êrîşên kîmyewî bi ser kevin, dê îcar jî xwendekarên jin ên zanîngehan hedef bigirin. Û bi vê yekê re pergaleke perwerde ava bikin. Dewlet krîzekî dijî û zehmete ku ji vê krîzê derkeve. Rewşa rejîmê roj bi roj xerabtir dibe. Hevgirtina gelan vê rewşa wê xerabtir dike. Rejîm pir bi aşkereyî nikare bi çekan destwerdanê bike ji ber ku 5 meh derbas bûn û li Belucistan û Kurdistanê gel dîsa xwe organîze dike. Tevî qedexeyên derketina kolanan jî gel dadikeve kolanan. Karker bi grevan piştgiriyê didin çalakiyan. Ev îktîdar êdî ji hev belav dibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar