Devrîm Ayik a pençeşêr lê peyda bûye jî di nav de, derbarê 4 jê girtî 12 xwendekaran de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ doz hat vekirin. Di îdianameyê de tevlêbûna ji bo şahiya Newrozê, stranê kurdî û serdana girtî sûc hatin hesibandin
Serdozgeriya Antalyayê, Devrîm Ayik a pençeşêr lê peyda bûye jî di nav de derbarê 4 jê girtî 12 xwendekarên zanîngehê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 10’an a Antalyayê jî îdianame qebûl kir. Dê danişîna ewil di 8’ê çileya 2020’an de pêk bê.
Di îdianameyê de axaftina xwendekaran a bi telefonan jî cih girtiye. Her wiha dozgeriyê di îdianameyê de tevlibûna xwendekaran a ji bo Newroza 2018’an jî delîl hesibandiye. Di îdianameyê de beyanên kesekî tev li nav PKK’ê bûye û paşê bûye îtirafkar jî cih girtin. Ji xeynî vê dozgeriyê çûyîna girtîgehê ya Abdûllah Aktaş ku ji bo serdana hevalekî xwe çûye Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê jî sûc hesibandinye û strana ‘Mervano’ jî delîl hesibandiye.
Dozgeriyê, di îdianameyê de derpêş kiriye ku xwendekar di nav Tevgera Ciwanan a Şorşeger (DGH) de cih girtiye û wan bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ tawanbar kiriye. ANTALYA