Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Tevliheviya li Dêrazorê wê çawa bidawî bibe

 Di 25’ê meha îlonê de dîsa hin çekdar û çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê xwest ku bi navê eşîrên ereb tevliheviyeke din li Dêrazorê derxînin. Li gorî Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), “çekdarên girêdayî saziyên ewlehiyê yên girêdayî rejîma Sûriyeyê ji bajarê Meyadînê yê li rojavayê çemê Firatê hewl dan ku bikevin navçeya Zîban a rojhilatê Dêrazorê.

Ew komên ku Hêzên HSD’ê ew dorpêçkirin û êrîşên wan têk birin, gelek ji wan çeteyan jî hatin kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 27’ê tebaxa 2023’an Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek da û got ku ew li ser pêşniyar û daxwaza rûspî û serokeşîrên herêmê li Dêrazorê operasyonekê dide destpêkirin.

Li ser vê bingehê hêzên HSD bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî derdora saet 20.00’an de di serî de herêma Dêrazorê li çeperê rojhilatê Firatê ‘Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê’ dabû destpêkirin.

Piştî ku HSD operasyona xwe bi rengekî serkeftî bidawî kir û ew herêm ji çeteyan paqij kir, dîsa aliyên ku naxwazin aramî li herêmê çêbibe çeteyên xwe ji rojavayê çemê Firatê şandin û xwest ku dîsa tevliheviyekê li herêmê derxînin.

Hin daxwazên gelê herêmê hene

Rate ku gelek aliyên herêmî û welatên derdorê yên ku dijminahiya kurdan û projeya Xweseriya Demokratîk ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê dikin, destê wan di van bûyeran de hebû. Ji rejîma Sûriyeyê heta bi dewleta tirk û milîsên Îranê û komên çete yên girêdayî dewleta tirk destê wan di vê tevliheviyê de hebû.

Lê li aliyekî din rastiyek din jî heye ku gelê Dêrezorê dixwazin herêma xwe bi xwe birêve bibin û dixwazin xelkê bajarê xwe di rêveberiya siyasî ya sazî û dezgehên xwe de bibînin. Mixabin ku kesayetên wekî Ehmed El Xebêl ê ku rêveberiya Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê ku saziyeke girêdayî HSD’ê bû gelek kar û barên çetetiyê li herêmê kirin. Ehmed El Xibêl û kesên ku ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî li derdora wî civiyabûn gelek karên gemar, bêrêtî û çetetî li herêmê kirin ku gelê herêmê ji wan kiryarên wan bêzar bûn.

Lewre jî di encama nerazîbûna xelkê herêmê ji van kiryarên qirêj ê vî kesî û kesên derdora wî ji Hêzên Sûriya Demokratîk xwestin ku destwerdana wan bikin û wan kesan ji kar bigirin.

Lerwre jî hewcedariya xelkê herêmê bi hin kesên ku baweriya xelkê herêmê bi wan tê heye. Kesên ku ji alî xelkê herêmê ve tên naskirin û xelkê rêzê ji wan re digire û kesên ku dikarin bi rastî xizmeta xelkê herêmê bikin.

Sedema nakokiyên vê deverê

Her çendî ew êrîşên pêşî û yên vê dayiyê jî bi navê eşîrên ereb pêk hatin lê tu rastiya wê yekê tune ye. Wekî me destnîşan kir êrîş ji alî wan hêzên ku naxwazin aramî û xweşî li herêmên Xweseriya Demokratîk çêbibe, pêk hatin.  Her wiha rejîma Sûriyeyê jî ji bo bala raya giştî ji ser xwepêşandan û nerazîbûnên xelkê Siwêdayê veguherîne, xwest ku raya giştî bi vê tevliheviya li Dêrezorê mijûl bike.

Hêjayî gotinê ku ev deverên tevlihevî li wan çêbûn sînorên di navbera Rêveberiya Xweser û rejîmê de ne. Ne tenê rejîm hêzên Îranê û milîsên girêdayî wê, hêzên girêdayî rejîma Sûriyeyê û heta hin komên çete ên girêdayî dewleta tirk jî li aliyê din ê çemê Firatê ne û bênavber gefan li herêmên Rêveberiya Xweser dixun. Lewre ji bo pêşîgirtina li rewşên wiha ne tenê ji alî leşkerî ve her wiha ji alî rêveberiya sivîl ve jî divê daxwazên xelkê herêmê li ber çavan werin girtin.

Nûçeyên Têkildar