Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Tevna qirêj

Li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’yemîn bi hemû dijwariya xwe didome. Navenda vî şerî Kurdistanadi bin êrîşên dagirkeriyê de ye. Dagirkerên Kurdistanê ji halê parçeyî ya siyaseta kurdî jî sûdê digirin û dixwazin kurdan têk bibin û destkeftiyên wan ji holê rakirin.

Bi vê armancê di nava çend rojan de wê musteşarê MÎT’a tirk Hakan Fîdan li Bexdayê hin hevdîtinan bike. Li gorî nûçeya rojnama Şerq El Ewsadê ku xwe dispêre çavkaniyên tirk, Fîdan dê bi Serokê Ewlekariya Sûriyeyê Elî Memlûk re bicive.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dagirkeriya tirk li ser axa Sûriyeyê ji El Nusra heta bi DAIŞ’ê gelek komên çete xwedî kirin û pê êrîşî pêhateyên Sûriyeyê kirin. Dîsa li Idlib, Efrîn, Cerablus, Bab, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî dagirkeriya tirk bi çeteyên xwe hîn jî êrîş dibe ser pêkhateyên li herêmê. Li gel vê yekê jî, tê îdiakirin ku rojeva sereke ya civîna Fîdan û Elî Memluk dê kurd û êrîşeke hevpar a muhtemel a li dijî kurdan be.

Hevdîtina ku Fîdan û Memluk bi hev re bikin piştî daxuyaniyên serokê rejîma Şamê Beşar Esad pêk tên. Em bînin bîra xwe Esad çi gotibû? Çi bibû sedem ku dewleta tirk rabe bi Sûriyeyê re vê hevdîtinê bike. Esad beriya bi demekî behsa li Sûriyeyê rêveberiya nenavendî kir. Ev yek cînîka peyayên rejîma tirk rakir.

Li gorî wan li nav sînorên Tirkiyeyê gelê kurd hatiye tepeserkirin, li Başûr jî bi hevkariya PDK’ê ‘îlhak’ di rojeva wan de ye. Jixwe li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî jî qedeme qedeme plana ‘îlhakê’ heye. Di demekî wisa de gotinên Esad li pêşiya planên xwe xeter dibînin. Helbet samîmiyeta Esad jî li vir ne diyar e lê gotinên wî kir ku rejîma tirk bi rêya dîplomasiyeke dij-kurd pê re rûne. Hevdîtina şefên îstîxbarata herdu welatan hinek jî di vê çarçovê de pêk tê.

Beriya hevdîtina aliyan, 28’ê tebaxê ‘Konferansa Hevkarî û Şirîkatiyê ya Bexdayê’ jî hat lidarxistin. Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu jî tevî welatên cîran ên Iraqê di vê civînê de amade bû. Li civînê hin danûnstandinên li dijî desteftiyên kurdan jî hatin rojevê.

Li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê hin rayedarên Iraqê di konferansê de bi rayedarên tirk re hin hevdîtin kirine û di encamê de jî hin soz dane dewleta tirk a dagirker. Li aliyê din beriya vê konferansê wezîrê bergiriyê yê Iraqê Cuma Înad di 18’ê tebaxê de serdana Enqereyê kir.

Cuma Înad bi wezîrê şerê qirêj Hulusî Akar re hevdîtin pêk anî. Di wê cîvînê de li ser navê Iraqê Cuma Înad peyameke kirîna çekên giran ji Tirkiyeyê jî girêdabû. Hêjayî bibîrxistinê ye di dema hevdîtinê de êrîşên dagirkeriya tirk li ser Şengal, Herêmên Parastinê yên Medyayê û rojavayê Kurdistanê dewam dikirin.

Dema ku mirov van parçeyan hemûyan datîne berhev wêne jî hinek temam dibe. Li aliyekî hêzên cîhanî ku di mijara tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd de bi rejîma qirker a tirk re êrîşî kurdan dikin, li aliyê din dewletên ku Kurdistanê dagir kirine. Li gorî Pakta Sadabatê ev alî dibêjin ‘bila kurd dayika xwe nebîne.’

Nûçeyên Têkildar