PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Tevna sîxuriya MÎT’ê li Almanya geş dibe

Tevî heta niha gelek lêpirsîn hatine vekirin jî hikûmeta Almanyayê ji ber berjewendiyên xwe ev lêpirsîn bi encam nekirine. Li ser pirsnameya parlamentera Partiya Çep Sevîm Dagdelen ev agahî dan, di sala 2022’yan de dudu û di sala 2023’yan de jî li sîxurekî MÎT’ê lêpirsîn hatiye vekirin.

Parlamentera Partiya Çep Sevîm Dagdelen çend roj berê derbarê xebatên îstîxbaratê yên ku welatên biyan û bi taybetî dewleta Tirkiyeyê li Almanyayê dike û hevkariya li ser esasê hiqûqê pirsnameyek dabû Meclîsa Federal. Musteşarê Wezîrê Edaletê Benjamîn Strasser pirsname bersivand.

Musteşar Strasser daneyên sala 2022’yan aşkere kir ku Serdozgeriya Komarê ya Federal der barê 16 kesan de bi hinceta ku ji rêxistinên îstîxbarata biyanî re sîxuriyê dikin lêpirsîn vekiriye û 2 ji wan jî têkiliya wan bi Tirkiyeyê re heye. Di bersivê de hat gotin ku ji 3’ê nîsana 2023’yan şûnde derbarê kesekî din ku di sala 2023’yan da sîxuriya MÎTê kiriye lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Bêdengiya hikûmeta Alman ya li hember sîxuriya MÎT’ê

Musteşar Strasses daneyên sala 2022’yan û sê mehên sala 2023’yan jî aşkere kir û diyar kir rejîma Enqereyê 81 kes û îsal jî 33 kes ji wan xwestiye.

Her wiha li gorî agahiyên di bersivê de, dewleta tirk di lêpirsînên sala 2022’yan de li dijî 416 kesan hatiye vekirin, ji Almanyayê daxwaza hevkariyê kiriye. Hikûmeta AKP-MHP’ê di 3 mehên destpêkê yên îsal de di çarçoveya lêpirsîna 53 kesan de daxwaza alîkariya hiqûqî ji Almanyayê re ragihandiye.

Li Almanya ku yek ji wan welatên xwedî şebekeya sîxuriyê ya herî xurt a cihanê ye, MÎT bi rêya mizgeft, konsolosxane, bank û heta ajansên geştyarî tê birêxistinkirin. Her çiqas lêpirsîn werin destpêkirin jî piştre lêpirsîn tên sekinandin.

Ji ber bêdengiya dewleta elman, di sala 2020’yan de derbarê MÎT’ê 4, di sala 2021’yan de jî li 7 kesan lêpirsîn hatin destpêkirin. Lê aqûbeta van lêpirsînan nehate aşkerekirin.

Lêpirsîna sîxuriyê ya ku di destpêka sala 2017’an de li dijî 19 melayên endamên DÎTÎB’ê hatibû vekirin, di encama muzakereyên di navbera hikûmeta Merkel û rejîma Erdogan de hatibû girtin.

Ajanê MÎT’ê Mehmet Fatîh Sayan ê ku di navbera sala 2016’an de der barê siyasetmedarên kurd ên li Ewropayê de agahî berhev kir û plana sûîqestê da, cezayekî wekî xelatê stend. Dadgeha Hambûrgê di cotmeha 2017’an de daxuyanî da û ji bo Sayan gotibû ‘ne profesyonel e’ û biryar dabû bi ‘şertê kontrola edlî’ ji girtîgehê derkeve û li Almanyayê bimîne.

Dîsa di gulana 2015’an de li dijî 3 kesên ku di doza ku di hucreya îstîxbarata tirk de hatibû vekirin de bi kefaleta 70 hezar Euroyî hatibûn berdan. Şêwirmendên Erdogan Muhammed Taha Gergerlîoglû, Ahmet Y. û Goksel G, agahiyên derbarê kurd û elewiyên li Almanyayê ji MÎT’ê re dişandin. Tevî gelek delîlan Gergerlioglû û koma wî piştî hevdîtina Erdogan a bi seroka wê demê Angela Merkel re di cotmeha 2015’an a li Berlînê hatibûn berdan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar