Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Tevrabûna li Îranê û rewşa dawî 

Tevrabûna li Îranê bi kuştina keça kurd Jîna Emînî re dest pê kir êdî gihîşte du mehan. Her diçe gur û belav dibe, vediguhere radeyeke din, dewleta Îranê nikare vî agirê ku zilma wê pê xistiye bitemirîne. Zilma dewleta Îranê jî her diçe mezin dibe, pê re har û dîn dibe. Ew jî dixwaze vê biryardariya tevrabûnê bi rengekî din sûcdar bike û neçariya xwe bi darê zorê binixumîne, bi vî awayî bitepisîne.

Çavdêrên siyasî, rojnameger, rewşenbîr û derdorên tevrabûnê dişopînin çavdêriyên xwe weke ku di tevrabûnê de rewş gihîştiye qonaxeke din, agirê ku qetilkirina Jîna Emîmiyê pêxistiye li her derê Îranê bi heman rengî deng vedaye, nêrîn û helwesteke îranî derxistiye holê ku çavkaniya raperînê ango kurdistanîbûna wê xwedî derdikevin û li her derê hest û ramanên hevpar tên diyarkirin. Heman çavkanî dibêjin îcar ji carên din cudatir rewşek heye. Li Tewrêzê dirûşmên weke, “Azerbaycan li ser piyan e, bi Kurdistanê re ye”, li Tehranê, “Kurdistan çav û ronahiya Îranê ye.” tên berzkirin, şîe ji bo suneyên li Belûcistanê hatine qetilkirin dengê bilind dikin, erebên îranê nabêjin tenê ereb, dengekî hevpar derdixin. Hemû ev hevparî cara pêşîn e li her derê Îranê bilind dibin dibe ku ev reng û helwest di şoreşa 1979an a Îranê de jî li hember desthilatdariya Şah pêk nehatibû. Di şoreşa îslamî de hemû netewe û gelen Îranê beşdarî şoreşê bûbûn lê her yek ji berjewendî û hêviyên xwe yên neteweyî, çînî û gelerî derketibûn qadan. Em dibînin ku îro asta beşdariyê ji vê derbas bûye.

Serhildana li Îranê pêk hatiye dewleta îslamî neçar hiştiye. Ji aliyekî ve malbatan hedef digire, înternetê qedexe dike, zext, zor, îşkenceyê zede dike, girseyan bi fermana kuştinê gulebaran dike, girtin, kuştin û her cure şîdetê pêk tîne. Heta niha bi sedan kes hatine kuştin, ji wê zêdetir birîndar bûne. Propogandayeke reşkirinê derdixe pêş, dirûşmên îslamî û nijaperestiyê bilind dike. Tehamula dewletê muxalefeta ku rabûye ser piyan re nemaye. Yên ji bo piştgiriyê didin muxalîfan dadirizîne û ceza lê dibire. Mînaka herî dawî hunermendê kurd ê bi navê Samîn Yasîn (Seydî) bi cezayê îdamê hatiye cezakirin. Tenê ji bo ku bi riya hunera xwe piştgirî daye xwepêşandanan.

Li gel ew qas zilm û îşkenceyan tevrabûn kêm nabe, her diçe geş û gur dibe. Ji Belûcistanê, Azerbaycanê, navenda Îranê, Hûzistanê heta tev rojhilatê Kurdistanê agirê serhidanê pê ketiye. Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî, li her derê Îranê weke Zen, Zendagî, Azadî olan dide.

Şoreşa îslamî çil salan zêdetir e pêk hatiye. Piştî serkeftina Komara Îslamî her sal gav bi gav dîktatoriya ayetulahan destkeftiyên şoreşê yên civakê rûçikandin û desthilatdariya xwe tekûz kirin. Bi qanûnên hişk civak hildan bin zext û zora mela û ayetulahan. Ji aliyekî ve qeyrana aborî, ji aliyê din ve zilma desthilatdariyê kirasekî teng li civakê kirin. Seranserê Îranê civak bi vî kirasê teng givaştin, bêhna wê çikandin. Hemû tebeqeyên civakê di bin vê zextê de bi fetisandinê re rû bir û man. Xizanî û beelengaziyê serê xwe girt çû. Bi taybetî jî jinan para mezin ji vê zext û zorê girt. Jin di binê çarşefa reş de bê nasname hiştin. Di van 5-6 salên derbasbûyî de sê caran serhildanên mezin pêk hatin. Diyar e ku êdî ev kirasê li civakê kirine civakê pir digûvêşe û lê nayê. Gelen Îranê dixwazin vî kirasê teng biqelişînin û bavêjin gemardankê.

Tevrabûna ku nêzî du mehan e bê navber dewam dike nişana vê yekê ye. Gelên Îranê ji vê zilma rejîmê têr bûne heta gelek jî ji serê wan re avêtiye. Berfirehbûn û geşbûna serhildanan çavkaniya xwe ji zilm û zordariya tund a rejîmê digire. Ya seranser li her aliyê Îranê haveynê serhildanê daye girtin ev hest û ramana hevpar e. Êdî li Tehranê, Tewrêzê, Hûzistanê, Belûcistanê her kes bi ala kuştina Jîna Emînî rakiriye û bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî radibe û mafdar dibîne. Kurdîbûn û çavkaniyê wê nanêre. Çawa ku zimanê zilmê û niheqiyê hevpar be wisa jî zimanê heqîqetê û mafdariyê jî hevpar e. Yanî wesfa vê tevrabûnê çînî û gelerîbûna wê ye. Çîn û gelên ku ji zilmê mexdûr bûne bi hev re diherikin qadan, bi hev re li ber xwe didin, bi hev re îşkenceyê dibînin û bi hev re tên kuştin. Her yek aîdî neteweyekê ye lê hest û berjewendiyên neteweyan li pêş nîn in.

Ew rewş di Rojhilata Navîn û nemaze Îranê de gelek grîng e, pêvajoyeke nû ye. Êdî wê li ser çawaniya serhildanên ji îro pê ve jî bandorekê bike, xwe nişan bide.

Helbet li nav sînorê dewleta Îranê de ji gelen herî zêde bi zilmê re rû bi mane yek jî kurd in, li pêş in. Rejîma Îranê herî zêde zext û şîdetê li rojhilatê Kurdistanê pêk tîne. Îdamên siyasî herî zêde li dijî kurdan tên kirin. Lê belê yên herî zede birêxistinkirî jî kurd in. Ji ber vê yekê jî rola kurdan di vê tevrabûnê de zêde ye. Jixwe bi dehan salan e tevgera azadiyê li ser esasê xwîşk û biratiya gelan tevdigere, paradîgmayrke nû pêş xistiye, li gorî wê avakirina civakeke nû diparêze. Ya herî asayî jî ev e ku fikir û ramanên tevgera azadiyê bandorê lê bikin û dirûşma Jin, Jiyan, Azadî bibe ala tevrabûnê. Bêyî kompleksa neteweyî, bêyî hesûdî. Gelen Îranê jî gihîştine vê qonaxê û zilma dewleta Îranê ew ber bi vê rastiyê kemilandine.

Tevrabûna gelen Îranê wê bi çi awayî encam bigire ji îro ve tam nikare bê zanîn. Ev pêvajo girêdayî bibiryarbûn, birêxistinbûna xwepêşandaran e. Ji aliyê din ve dewleta Îranê wê çawa helwestê nişan bide û aktorên navneteweyî wê çawa helwesta xwe diyar bikin ji bo encamgirtina tevrabûnê faktorên mezin in. Lê çi û çawa dibe bila bibe Îran wê ne weke berê bimîne.

Nûçeyên Têkildar