Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Texrîbatên Erdogan bibînin!

Hê jî beşek mezin a civaka Tirkiye ji texrîbatên Erdogan ên Tirkiye ber bi latên bilind ve kaş dike fam nekiriye. Civaka Tirkiye ku xwe dispêre hestekî nîjatperestî yê dewletê nikare xwe ji vê hişmendiya genî ku her diçe siberoja xwe û zarokên xwe tine dike, rizgar bike.

Ev civak ji nûbûnê ditirse. Çav û guhê xwe ji her nûbûnên nû re ku di bin navê demokrasî û wekheviyê de girtiye. Bi nêrîna wan eger ku civak bi guherîneke nû bike, wê dewlet ji dest biçe. Hişmendiyeke welê hatiye danîn bê dewlet nikare bijîn. Di nava dehan welatî de herêmên serbixwe û federal dijîn û bê pirsgirêkê hene.

Hişmendiya desthilata Tirkiye dayî avakirin, rêz ji derveyî Tirkîbûn û Tirkîtiyê re nagire. Tirkîtî kirine muqedesî û derveyî vê her tiştê bê xwestin û daxwazkirin, xirab û sifetê nebaşî û terorê lê barkirine. Divê her kes vê zanibe, li Tirkiyeyê ne tenê pirsa Kurd heye, pirsa hişmendî, aborî, siyasî, civakî, mezhebî û olî heye. Pirsên welê ne ku her neyên çareserkirin barên qerase ne li ser Tirkiye û her diçe mîna keştiyeke qulek lê bûyî, noqî oqyanosê bibe lê tê.

Ev hilbijartina 14’ê Gulanê derfetek bû, lê hê jî civaka Tirkiye vê yekê nabîne, yan jî çavê xwe li felaketên nû rû bidin digire. Erdogan vê carê bi ser bikeve, dibe ji bo demekê hinek kiryarên xwe yên li ser Tirkiye bide guherîn, ji bo ji ber çavan derkeve. Lê di cewhera wî de hikûmraniyeke tundraw îslamî ku bikare texrîbateke mezin li ser Tirkiye û heta cîranê wê veke, heye.

Civaka Tirkiye mîna ku ne desthilat ji talankirina çavkaniyên binerd û sererd berpirse. Mîna ku ne ji erdheja ku 6’ê Sibata 2023’an di serî de navenda wê Elbîstan a Mereşê bû, li 10 bajaran bû sedema qûrbanîbûna bi milyonan welatî. Gelek bajar bi temamî wêran bûn. Tevî ku hikûmet û desthilat ji vê yekê berpirsin. Lê em dibînin di hilbijartinê de hema bêje li tevahî bajarên ku erdhej lê rû da, deng ji bo Erdogan û AKP’ê çûne. Mirov dimîne heyirî li halê xwe. Ma ev desthilat bûn berpirsê vê yekê? Çima mirov careke din dengê xwe bi wan dide? Gelo dengdayîn bi AKP-MHP’ê nayê wateya domandina kiryarên wiha? Ev çi hişmendiyeke wiha ye ku mirov deng bide celadê xwe. Ev derûniyeke çawa ye? Gelo ev sîstema heyî ya AKP-MHP’ê ji ser desthilatê biçe, wê mirov nikare bijî? Na, heta wê baştir bikare bijî. Ji ber ku civak ji guherînên nû re xwe amade nabîne, ev dibe sedem ku rewşek wiha bê dîtin.

Divê civak vê zanibe, guherîn û veguherîn nayê wateya ku welat wêran bibe. Desthilat di destê gel de ye. Gel çawa bixwaze dikare guherîn û veguherînên mezin di cewher û zihnê de bike. Ji ber ku civakê xilasiya xwe bi yek kesî ve daye girêdan, weke ku ew nebe, wê her tişt serobin bibe.

Taybet divê ciwanên hemû pêkhateyên li Tirkiye dijîn, pêşiya vê yekê bigire û siberoja xwe nehêle destê rejîmeke dîktator ku li ser xwîn û cihêkariyê dijîn. Ji bo wê ye hê fersendek maye di destê me de em dikarin dawî li vê desthilata nexweş bînin.

Ji bo wê ye ku divê hemû partî û rêxistinên civaka sivîl û demokratîk di bin yek sêwanê de li dijî vê desthilatê bibe yek û bikare desthilatê hilweşîne. Eger ku ev yek pêk neyê, wê Erdogan toleke tol ji her kesê hilgire, ew kibîra wî û hêrsa wî wê bike ku gelek kes, sazî û dezgehên din bên girtin, Tirkiye ber bi şer û aloziyên mezintir ve biçe.

Divê bi ti awayî welat neyê kirina qurbanê desthilata tu kesî. Niha vê desthilatê her tişt xistiye bi xizmeta xwe û çeteyên dorî xwe.

Nûçeyên Têkildar