Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Tifaq bersiva xespkirina vîna gelê kurd e

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku pêkanîna tifaqê bersiva herî xurt a li hemberî xespkirina vîna gelê kurd e û wiha got: “Tifaqa ku pêk hatiye dê bi bihilbijartinê bi sînor nemîne û bi awayekî stratejîk piştî hilbijartinê jî bê domandin.”

Partî û tevgerên kurdan ên mîna HDP, DBP, DDKD, PÎA, KKP, PDK, PDK-T û Harekat Azadî ku demeke dirêj bû ji bo tifaqa hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê hevdîtinan dikirin, li ser tifaqê li hev kirin. Partiyan duh li Amedê deklerasyona tifaqa xwe bi daxuyaniyeke hevpar aşkera kir. Nûnerên partiyên tifaqê, dayikên aştiyê, malbatên Roboskê jî di nav de bi sedan kes tev li daxuyaniya deklerasyonê bûn û şahidiya tifaqa partiyên kurd kirin.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Dayika Aştiyê Ayfer Ozbey, Endamê Koma Aştiyê ya Yekemîn Seydî Firat û ji malbatên Roboskê Velî Encu û Zekî Tosûn ku tev li daxuyaniya deklerasyona tifaqê bûbûn, têkildarî tifaqê ji rojnameya me e-rojnameyê re axivîn. Her pênc axaftvanan jî kêfxweşiya xwe ya ji bo lihevkirina partiyên kurd anîn ziman û bal kişandin ser dema pêkanîna tifaqê û pêkanîna tifaqê wek pêngaveke derengmayî nirxandin.

Bersiva zextan e

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wek Kongreya Civaka Demokratîk daxwaza wan a destpêkê pêkanîna yekitiya neteweyî ye û wiha got: “Ji bo vê yekê em ji sala 2007’an heta niha xebatên yekitiyê dimeşînin.” Hevserok Ozturk paşê bal kişand ser êrîşên li hemberî kurdan û ev tişt anîn ziman: “Di vê pêvajoya ku gelê me dixwaze bibe xwediyê statuyê, her çar dewletên ku welatê me dagir kirine li dijî vê daxwaze me dibin asteng û li dijî nasnameya me êrîşên mezin pêk tînin. Ji bo gelê kurd nebe xwediyê statuyekê tişta ji destê wan tê dikin. Ji ber van sedeman yekitiya neteweyî ji bo me gelekî girîng e. Li hemberî vê helwesta dagirkerên welatê me partiyên me yên siyasî fikra wan çi dibe bila divê ew jî xwe biparêzin û bên gel hev.”

Ozturk di berdewamê de jî bal kişand ser hilbijartin û tifaqa pêk hatî û wiha pê de çû: “Ji ber ku vîna gelê me ji aliyê desthilata AKP’ê ve hatiye xespkirin hilbijartina 31’ê adarê  nikare weke hilbijartinên beriya niha bê dîtin. Li hemberî vê xespkirina vîna gelê me tifaqa ku pêk hatiye bersiveke mezin e û dê serkeftinê jî bi xwe re bîne. Tifaqa ku pêk hatiye dê bi bihilbijartinê bi sînor nemîne û bi awayekî stratejîk piştî hilbijartinê jî bê domandin. Tifaqa pêk hatî bersiva zextên salên dawî ye.”

Derengiyê bi bîr xist

Endamê Koma Aştiyê Seydî Firat jî destpêka axaftina xwe de diyar kir ku li Rojhilata Navîn bi beşdarbûna gelek hêzan bernameyên stratejîk tên amadekirin û wiha got: “Bingeha stratejiya van hêzan li ser pêşîlêgirtina kurdan e. Ev hêz li ser bêhêzkirin û astengkirina tifaka kurdan dixebitin. Divê ku tevgerên kurdan vê yekê li ber çavan bigirin û li gorî vê yekê tevbigerin. Tenê yekitî û hevgirtina kurdan dikare ji pêvajoyeke bi vî rengî re bibe bersiv. Ji ber van sedeman pêkanîna tifaqa partiyên kurd gelekî girîng e.”

Firat piştî diyarkirina girîngiya tifaqê derengmayîna tifaqê bi bîr xist û xwest ku tifaq tenê bi hilbijartinê bi sînor nemîne û ev tişt gotin: “Ez bawer dikim ku dê ev tifaqek ji bo gelê me peyameke pozîtîf derxe holê. Jixwe daxwaza gelê me jî ev e. Ez bawerim ku dê ev tifaq ji aliyê gelê me ve jî bê ecibandin.”

Li benda vê rojê bûne

Ji malbatên Roboskê Velî Encû jî da zanîn ku ji ber tunebûna tifaqê kurd îro bûne parçe parçe û wiha got: “Ji ber pêkanîna tifaqa partiyên kurd îro ji bo me malbatên Roboskê rojeke dîrokî ye. Divê ev tifaq xera nebe bê berdewamkirin. Daxwaza me ew e ku di nav hemû kurdan de tifaqek pêk bê û zordosteya ku li gelê me tê ferzkirin bê defandin. Em bi tifaqên bi vî rengî dikarin tundiya ku li ser me tê meşandin bi dawî bikin. Naveroka deklerasyonê jî li gorî dilê me ye, em pê gelek kêfxweş in. Wek malbat em demeke dirêj e li benda rojek wiha bûn.”

Ji malbatên Roboskê  Zekî Tosûn jî nêrînên xwe yên ji bo tifaqê bi van gotinan anî ziman: “Ez ji şirnexê ji bo şahidiya vê rojê hatim. Em ji zû ve li benda rojek wiha bûn. Li gorî me ev tifaqeke derengmayî ye. Diviya ku beriya niha tifaqeke bi vî rengî pêk bihata û pêşî tiştên ku tên serê gelê me bihata girtin. Li gorî me divê li hemberî hêzên dijbertiya deskeftiyên gelê me tifaq hê pirtir bê xurtkirin. Tifaqa ku pêk hatiye em gelek kêfxweş kirin.”

Li gel pîroz kirin

Dayika Aştiyê Ayfer Ozbey jî destpêka axaftina xwe de pêkhatine tifaqê li gelê kurd pîroz kir û nêrînên xwe bi van gotinan aşkera kir: “Ji hemû gelê me re li ser xêrê be. Em hêvî dikin ku heta dawiyê tifaqa me bidome. Ji destpêkê heta niha daxwaza sereke ya me dayikên aştiyê pêkanîna tifaqeke bi vî rengî ye. Divê ji vê saetê şûnde êdî kurd li dû tu partiyên dewletê neçin û li tifaqa pêk hatiye vegerin. Daxwaza me dayikan her tim bi dawîbûna şer û rêtina xwînê ye. Ji bo vê daxwaza me pêkanîna vê tifaqê li gorî me pîroz û girîng e.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar