PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Tifaqa AKP-MHP’ê li sînorê têkçûnek mezin e

MYK’a HDP’ê daxuyanî da û diyar kir ku tifaqa AKP-MHP’ê bi taybet li Tirkiye û bi giştî li Rojhilata Navîn li sînorê têkçûnek mezin e

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navenda Giştî ya HDP’ê civîn li dar xist. Piştî civînê daxuyaniyek nivîskî weşandin.

HDP’ê diyar kir ku di sedsala 21’an de dê jiyana demokratîk bi ser bikeve û wiha got: “Pergala Kapîtalîst di nava krîzek kûr de ye. Dixwaze li navenda mirovahiyê li Rojhilata Navîn xwe ji vê krîzê rizgar bike. Di aliyê dîrokî de bawerî û gelan dixe bin zextan  û dixwaze hebûna xwe berdewam bike. Li Rojhilata Navîn di serî de gelê kurd, hemu gel û baweriyên ku jiyana demokratîk diparêzin dike hedefa xwe.  Dîroka êrîşa Tirkiye ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî salvegera dîroka derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê 9’ê Cotmehê tê. Hêzên kurevî û dewletên herêmê carek din li dijî gelan û baweriyan di 9’ê Cotmeha 2019’an de hatin cem hev û li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşê kirin. Em carek din bûn şahid. Tevgera dagirkeriyê bi agahiya hêzên herêmî û neteweyî pêk hat. Ji ber rastî salvegera 9’ê Cotmeha 1998’an tê, nîşan dide ku dixwazin jiyana demokratîk bifetisînin. ”

HDP’ê bal kişand ser tayînkirina Qeyûm a Şaredariya Cizîrê ya di 29’ê cotmehê de û wiha got: “Ev ne karê hiqûqa îdarî ye. Ev rêbaza bîrdozi û teknîka îktîdarê ye. Li Tirkiyeyê dixwxazin vîna gelê kurd teslîm bigirin. Ev nîşan dide ku her roj bêtir îtîfaqa AKP-MHP’ê tengav dibe. Krîza wan her ku diçe kûr dibe. Îktîdara AKP-MHP’ê li Tirkiye û Rojhilata Navîn li ser sînorê têkçûnek mezin e.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar