Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Tifaqa AKP’ê û MHP’ê li dijî HDP’ê ava bûye

Soylû wek her carê dîsa dev avêt HDP’ê û xwest sêyemîn partiya mezin a parlamentoyê li ba gel terorîze bike. Soylû bi zimanekî necidî û bêrêz HDP’ê wek partiyek îlegal nîşan dide. Her wiha Erdogan jî dîsa gotinên klîşe yên faşîzane saz kirin û nîqaşa peyva “Kurdistanê” cardin vekir û careke din bi xwe re ket nakokiyê. Di sala 2013’an de wî bixwe li ser dika parlamentoyê hebûna Kurdistanê bi lêv kiribû. Her kesek êdî li ser vê yekê qanih e ku îtîfaqa AKP-MHP’ê xwe li ser vî esasî yanê li ser terorîzekirina HDP’ê ava dike. AKP jî MHP jî tu car nexwestine HDP’ê bi temamî bigirn û dijberbûna HDP’ê berteraf bikin. Ji ber ku AKP’ê û MHP’ê her tim di ser HDP’ê re şovenîzma xwe mezin kirine û rojeva xwe zindî hiştine. Alîgirên xwe yên nijadperest di ser êrîşkirina HDP’ê re aş kirine. Ligel vêya jî yek ji sedema van êrîşên hikumetê heye, ew jî ev e ku HDP ji bo siyaseta Tirkiyeyê bêhnek e û ji bo demokrasiyê tekane alternatîfa gelan e. HDP bi biryar û kiryarên xwe di siyaseta xitimker a Tirkiyeyê de bûye tekane hêza diyarker. Ji ber vê yekê Hikumet û partiyên din mecbûr dimînin li gor helwest û stratejiya HDP’ê sekna xwe diyar bikin. Ev yek jî ji bo wan hem ciyê diltengiyê ye û hem jî hêza HDP’ê hemû dek û dolab û planên wan pûç dike û têk dibe. Ev çend êrîşkariya wan ji ber vê yekê ye.

Berî hemû hilbijartinan berî hilbijartina pêşiya me 31’ê Adarê jî Hikumet bi hincetên beredayî rêvebir û xebatkarên HDP’ê binçav dike, namzetên hevşaredariyan dixe girtîgehan. Em dizanin ku dixwazin di nav gel de tirsekê çêbe û gel xwe ji HDP’ê dûr bigire, dixwazin vê hilbijartina herêmî ya krîtîk li gor armancên xwe yên tekperest bidawî bikin. Lê belê dîmena heyî li holê ye. Li aliyekî berxwedana Birêz Leyla Guvenê, berxwedana Nasir, berxwedana girtiyan, berxwedana Gallerê û Strasbourgê berfireh dibe. Li hember tecrîdê bi sedan kesan bedena xwe daye ber sermaya birçîbûnê. Ablûkaya tecrîdê û zordariyê, hemû jiyan dorpêç kiriye, tecrîda girankirî mafên demokratîk tune dihesibîne û bêçareseriyê li me ferz dike. Gel li hember tecrîdê, xwe li derdora vê berxwedana mezin digirin. Vê berxwedanê bi awayekî aşkera û zelal da xuyakirin ku yên ku bi çavên girtî, Tirkiyeyê ber bi rêyeke tarî ve dibirin, hew li ser berjewendiya xwe ne. Berxwedana birçûnê ji hêlekê ve li faşîzmê dixe, li aliyekî din jî stratejiyên berfireh û piralî yên HDP’ê cî li faşîzmê teng dikin.

Şaredariyên gel di destê qeyûman de ne û di Hilbijartina Herêmî de gel dê şaredariyên xwe ji destê qeyûman rizgar bike. Qeyûman şaredariyên gel ên pirzimanî û pirçandî, bi feraseta xwe ya yekperest tijî kirin û deriyên şaredariyan li gel qufilandin. Lewma niha êdî divê dawî li nîqaşên bêsûd ên li ser namzetan bê. Ji bo em ji qeyûman hesab bipirsin û bersiva xwe bi awayekî xurt nîşanî tifaqa tekperest bidin, divê em li her derê û bi hemû hêz û hebûna xwe li berxwedana Leylayê û hevrêyên wê xwedî derkevin. Berxwedana me ji bo yekîtiyê bila bibe pêleke mezin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar