Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin

Siyasetmedarên jin ên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê diyar kirin ku mitînga dê sibê li dar bixin mudaxileya li dijî polîtîkayên îktidarê ye û gotin: “Mitîng destpêk û ragihandina heyama nû ye. Em li benda her kesê li dijî vê pergalê ne.”  

Tifaqa Ked û Azadiyê sibê ango di 15’ê çile de li Meydana Kartalê ya Stenbolê bi dirûşma “Em ji şer, xizanî û zextan re bibêjin êdî bes e. Em bi hev re biguherînin” mitînga yekemîn li dar dixe. Mitîng saet di 13.00’an de dest pê dike û amadekariyên mitîngê bi dawî bûn. Her wiha ji bo mitîngê destûr jî hatiye dayîn. Pêkhateyên Tifaqê li navçeyên Stenbolê belavokan belav dikin û banga beşdariya mitîngê dikin.

Siyasetmedarên jin ên pêkahateyên Tifaqê banga beşdariya mitîngê li xelkê Stenbolê kirin.

Armanc rêya 3’yemîn e

Hevberdevka Rêxistinkirina HDP’ê ya Stenbolê Besra Îşsever diyar kir ku 20 sal in ew bi îktidarek şerxwaz re rûbirû ne û budçeya ji bo gel ji şer re tê veqetandin û xelk her ku diçe ferqîr dibe. Îşsever da zanîn ku bi şer û feqîriyê re zextên li ser civakê jî zêde dibin û got: “Îdiaya me ew e ku em siyaseta Rêya 3’yemîn li pêş bixin da ku jibo hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bibe bersiv.”

 Bingeha tevahî pêkutiyên heyî tecrîd e

Îşsever bal kişand ser şer û tecrîda li Tirkiyeyê tê meşandin û got: “Em ê di mitîngê de ji şer û tecîdê re bêjin na û li dijî van peyaman bidin. Şer, feqîrî û tecrîd li ser her kesî tesîrê dike. Heta ku tecrîd ranebe şer naqede, heta ku şer jî bidawî nebe em ji feqîriyê xelas nabin. Em ê têkildarî van mijaran peyaman bidin. Em li benda hemû gelên xwe ne. Beşdariya mitîngê girîng e. Çimkî êdî divê em vê îktidarê biguherînin.”

Em ji pêvajoya heyî re dibêjin êdî bese

Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) a Bajarê Stenbolê Nîlay Kûş jî destnîşan kir ku vê mitînga ew birêxistin dikin ew wek mudaxileya li dijî pêvajoya li Tirkiyeyê ye û wiha got: “Du hefte ne amadekariyên mitînga me hebûn. Gel piştevaniyek mezin dide me û peyamên baş didin me. Çimkî gel ji AKP-MHP’ê aciz bûye û çavê wan li lêgerînên nû ne û bi meraq xebatên me dişopînin. Ji ber vê yekê jî divê mitînga me bi hêz û girseyî derbas bibe. Em gelê xwe yê li dijî vê pergalê û krîza aborî ye, vedixwînin mitînga destpêkê.”

Ragihandina heyama nû 

Berdevka Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) a Bajarê Stenbolê Melîs Akyurek jî anî ziman ku mitînga wan li dijî neheqî, bêhiqûqî, kedxwarî, feqîriyê ye û wiha got: “Em ê di mitîngê de ji şer, feqîrî, kuştina jinan, tecawiz û tacîzkirina zarokan, îşkence û talanê re bêjin na. Mitînga me destpêk û ragihandina heyamek nû ye. Çimkî îktidara AKP-MHP’ê her qoziya welat talan kiriye û dike. Tehamûla gel li hemberî vê nemaye. Divê em ji hemû tengasiyên li Tirkiyeyê re bêjin bes e. Em hemû kesî vedixwînin mitînga me ya bicoş û tije bendewarî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar