Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Tifaqa Ked û Azadiyê wê ji bo namzetê serokkomariyê bicive

Rojeva HDP’ê ya esasî xebatên li herêmên erdhejê ye, her wiha xebatên hilbijartinê jî tê domandin. HDP’ê, ji bo diyarkirina namzetiya serokkomariyê jî hişt bo civîna Tifaqa Ked û Azadiyê.

Piştî geşedanên nelihevkirinên Tifaqa Milet a têkildarî namzetiyê serokkomariyê, Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 4’ê adarê de bi awayeke awarte civiya û nîqaşên berfireh kir. Di civînê de namzetiya serokkomariyê û nîqaşên têkildarî pêvajoya hilbijartinê bo piştî civîna Tifaqa Ked û Azadiyê hatin hiştin.

Wê xebatên sereke erdhej be

Rojeva sereke ya HDP’ê erdhej û derxistina cenazeyan ji bin kavilan e. Di vê çarçoveyê de tevahiya avadaniya HDP’ê li herêmên erdhejê hatine seferberkirin û biryar hat dayîn ku ev xebat bêhtir bên xurtkirin. HDP, xebatên xwe yên li bajar û navçeyan di bin konteyniran de dimeşîne, Meclisa Jinan, Meclisa Ciwanan, parlamenter, lijneyên partiyê û dilxwaz jî dê li herêmên erdhejê bimînin. HDP, definkirina bi hezaran kesên di bin kavilan de weke rojeva sereke dinirxîne û li hêla din dê giraniya xwe bide ser xebatên jinûveavakirinê.

HDP ji hilbijartinan re amade ye

Têkildarî rojeva hilbijartinê di civîna MYK’ê de nîqaşên berfireh hatin kirin. HDP a ku bi tifaq, pêkhate û lijneyên xwe amadekariyên hilbijartinê temam kirine, bêyî ku xebatên li herêmên erdhejê bide sekinandin dê starta hilbijartinê bide û dakeve qadan.

Biryara di derheqê namzetê serokkomariyê dê piştî civîna tifaqê bê dayîn

Di civînê de krîza di nava Tifaqa Milet de jî hate nirxandin. Ji ber erdhejê, mijara namzetiya serokkomariyê nebû rojeva sereke ya HDP’ê û hewldana derxistina namzetê/a serokkomariyê jî hate nirxandin. HDP dê van nîqaşan di civîna Tifaqa Ked û Azadiyê de bike rojev û binirxîne. Biryara herî dawî jî dê piştî civîna Tifaqa Ked û Azadiyê were dayîn.

Bi hêzkirina rêya sêyemîn stratejiya esas e

Lê belê xebatên HDPê yên ji bo bihêzkirina Rêya Sêyemîn û berfirehkirina tifaqê jî berdewam in. Tê gotin ku meyla hinek partiyên siyasî li ser Tifaqa Ked û Azadiyê heye û di vê çarçoveyê de hinek hevdîtin tên kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar