Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Tifaqa Kurdistanî banga xwedîderketina li HDP’ê kir

Komxebeta Tifaqa Kurdistanî bertek nîşanî nîqaşên girtina HDP'ê da û bang li gelê kurd û hemû hêz û partiyên Tirkiyeyê ku bi demokrasiyê bawer in kir ku bibin piştevanê HDP'ê û xwedî lê derbikevin

Partî û tevgerên ji komxebata Tifaqa Kurdistanî pêk tên, têkildarî nîqaşên girtina Partiya Demokratîk a Gelan daxuyaniyek nivîskî belav kirin.

Daxuyaniya Tifaqa Kurdistanî wiha ye:

“Em, li ser navê komxebata Tifaqa Kurdistanî;

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya zagonên Komara Tirkiyeyê hate avakirin. Hilbijartina dawî ya parlamentoyê ku di sala 2018’an de pêkhat zêdeyî bi rayên hilbijêrên kurd wekî partiya sêyem a girseyî di TBMM’ê de tê temsîlkirin.

Doza girtina partiyekê ku di rojevê de ye û temsîliyeta vîna ji 6 milyonan zêdetir hilbijêran dike, dûrxistina ji peywir ên serokên şaredariyan ku hatibûn hilbijartin, rakirina bergiriyên parlementerên HDP’ê, hevserokên partiyê jî di nav de, girtinên bi hezaran rêveberên navend, bajar û navçeyan bi awayekî aşkera binpêkirina qanûnê ye.

Bi israra desthilatdar û bi taybetî jî bi israr û ranavîş kirina şirîkê biçûk ê Tifaqa Komarê bi pêvajoyeke dijqanûn û bi neparastina karîneya bêgunehî bêhiqûqiyeke ecêb li holê ye.

Ev biryara siyasî ku di derheqê bêbandor kirin û girtina HDP ê de hatiye dayîn û dixwazin vê biryarê wekî ku hiqûqî ye nîşan bidin, hem li gorî me, hem li gor kesên ku baweriya xwe bi serketinî ya qanûnî anîne û hem jî di wicdana civakê de, rastiya ku ev biryareke siyasî ye naguherîne. Berevajî vê, dide xuyan ku qanûn ne serdestê desthilatdar, mehkûmê desthilatdaran e.

Tirkiye bi vê helwesta xwe ya siyasî, di ‘pirsgirêka kurdan’ de bi ceribandinên berê yên bê encam û bi israrkirina polîtîkayên ewlehiyê dikeve rêyeke xitimî.

Pirsgirêkên gelê kurd hene, divê çareseriya wê jî sîyasî, demokratîk û aştîyane be. Divê li gor norm û peymanên navnetewî bên çareserkirin. Tirkiye wek endamê damezrîner ê Konseya Ewrûpa û namzetê endamê Yekitiya Ewropayê divê serdestiya hiqûqê, mafê mirovan û azadiya birêxistinbûna siyasi ku esasên pergala demokratîk in, divê di çarçoveya normên navneteweyî de biparêze.

Ev êrîşên dawî ku desthilatdarî daye destpêkirin ne ji aliyê saziyên siyasî yên navneteweyî, ne ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û ne jî ji aliyê welat û saziyên Rojavayî wekî Yekİtiya Ewropayê, nayê pejirandin.

Em wek partiyên siyasî, tevger û saziyên ku şanenavên (îmze) me li jêr in, gavên li dij normên hiqûqî  û zordestiya ku li ser Partiya Demokratîk a Gelan, li ser parlementer û serokên şaredariyan, li ser rêveberên navend, bajêr û navçeyan tên meşandin şermezar dikin. Em bang li hemû hêz û partiyên Tirkiyeyê ku bi demokrasiyê bawer in û li gelê xwe dikin ku li hember zextên ku li ser HDP ê tên meşandin piştgiriya hev bikin û xwedî li mafê mirovan, têkoşîna azadiyê, serdestiya hiqûqê û demokrasiyê derbikevin.”

Partî û tevgerên di Tifaqa Kurdistanî de cih digirin wiha ne:

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)

Komeleya Kurdên Demokrat ên Şoreşger (DDKD)

Partiya Însan û Azadiyê (PÎA)

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)

Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur)

Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP)

Partiya Azadî

Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T) AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar