‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...

Xwestin biryara modela Kurd a proto-Îsraîl bi PDK’ê pêk bînin

Li parçeyên din ên Kurdistanê jî pêşî şaxên PDK’ê û paşê çepgirên alternatîf çêbûn. Şaxên PDK’ê yên li Kurdistana Tirkiyê pêşî di sala 1959’an...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...

Xwestin biryara modela Kurd a proto-Îsraîl bi PDK’ê pêk bînin

Li parçeyên din ên Kurdistanê jî pêşî şaxên PDK’ê û paşê çepgirên alternatîf çêbûn. Şaxên PDK’ê yên li Kurdistana Tirkiyê pêşî di sala 1959’an...
Çarşamba - 18 Aralık 2024

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...

Xwestin biryara modela Kurd a proto-Îsraîl bi PDK’ê pêk bînin

Li parçeyên din ên Kurdistanê jî pêşî şaxên PDK’ê û paşê çepgirên alternatîf çêbûn. Şaxên PDK’ê yên li Kurdistana Tirkiyê pêşî di sala 1959’an...

Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin ku planên xwe yên li ser herêmê bi cîh bînin. Geşedanên li Sûrî diqewim gava ewil ya vê planê ye.

Li Sûrî piştî şerê 13 salan rejîma Baasê ji ber pêvajo baş nexwend û li gorî pêwîstiyên demê xwe neguhert hilweşiya. Rûxandina rejîma Baasê ne tenê li Sûrî, bandor li tevahiya herêmê kir. Di serî de welatên cîna hemû hêzên hegemon ji bo ji vê rewşê sûd bigrin ketine nava liv û tevgerê. Yek ji van welatan jî dewleta Tirk a dagirker û qirker e. Deshilata rejîma Erdogan ji 15’ê Adara 2011’an û vir ve li Sûrî bi awayekî vekirî piştgiriya komên çete kir. Bi destê van komên paramîlîter û li herêmê her cûre qirêjî û talan pêş xist. Ji Efrînê heya Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir.

Li ser axê ev hemû weke planên dewleta Tirk ên li dijî rejîma Esad hatin pênasekirin. Lê, bi vê îdîayê raya giştî hate manîpulekirin. Di rastiyê de derdê desthilata Erdogan û hikûmeta wî ne rejîma Esed û ne jî binpêkirinên mafên gelê li herêmê bûn, tekane armanca wî hebûna gelê Kurd bû.

Bi belavbûna şerê Sûrî re gelê Kurd û pêkhateyên li herêmê bi armaca xwe biparêzên dest bi rêxistinbûyînê kirin. Di çarçoveya vê armancê de bêyî bikevin bin xizmeta dewlet ango hêzekî hegemon li gorî berjewendiyên civakê li herêmê di siyaseta xeta sêyemîn de israr kirin û xwedî li hebûna xwe derketin. Bi demê rêveberî û hêzên xwe yên parastinê avakirin. Di vê pêvajoya 13 salan de ku li seranserî Sûrî gelek bûyerên bi êş pêk dihatin, herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de rêjeya sûcan di asta herî kêm de bû. Bi gotinek din li vê herêmê aramî, îstiqrar û refah hebû. Bi pergala ku hatî avakirin ne tenê ji bo xelkê herêmê ji bo tevahiya Sûrî û Rohilata Navîn bû mînaka herî guncaw. Lewma ev ji bo planên li ser herêmê weke xeteriyekê hate dîtin.

Di serî de dewleta Tirk a dagirker û hin welatên li ser herêmê xwedî hesabên berfireh bûn ji vê rewşê aciz bûn. Jixwe bi êrîşa komên DAIŞ û dewleta Tirk ên li ser herêmê mirov nikare ji vê rastiyê cûda bigre dest. Gelê herêmê tevî êşên pir mezin jiyan kirin jî ji ya xwe nehatin xwarê û di pergala Rêveberiya Xweser de israr kirin.

Niha bi rûxandina rejîma Baas û bi destguhertina rêveberiya welat re gef û êrîşên li ser herêmê jî zêde bûne. Bi taybet dewleta Tirk a dagirker ku serkêşiya van êrîşan dike nahêle li herêmê aramî û azadî pêş bikeve. Ev êrîşên ku bingeha xwe ji zîhniyeta dagirkeriyê digrin di çarçoveya siyaseta înkarê de pêş dikevin. Dewleta Tirk çawa ku îradeya gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê tine dihesibîne, dixwaze Kurd û pergala ku hebûna wê temsîl dike li Sûrî jî were înkar kirin ango tine were hesibandin. Ji ber vê yekê ji bo li Sûrî Kurd nebin xwedî statû û maf çi ji destê wê tê dike.

Êrîşên vê dawî yên bi rûxandina rejîma Esad dawî bûne jî deshilata faşîst û qirker ya AKP-MHP’ê ji bo êrîşên xwe yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser berfireh bikin weke firsetekê dibîne. Di vê pêvajoya ku hemû welatên cîhanê dibêjin li Sûrî şer bi dawî bû û hêviya aramiyê dikin de dewleta Tirk di nava gurkirina şer de ye. Bêguman ger yek ji armanca van êrîşan bêîstiqrariya li herêmê be, armancek din a van êrîşan jî lewazkirina îradeya siyasî ya herêmê ye. Ango lewazkirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Li gorî hesabê wan ger ev rêveberî lewaz bikeve wê di hevdîtinên li Şamê de weke tê xwestin nikaribe xwedî deskeftiyên gelê herêmê derkeve. Lewma bi armanca li herêmê alozî, rageşî û bêîstiqrariyê pêş bixe di nava êrîşan de ye.

Bi vê armancê êrîşî Minbicê kirin. Niha gefa li ser Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê dixwin. Li beramberî van gef û êrîşan heya niha raya tiştî bê helwest ma û hêzên navnetweyî bêdeng in. Ev bêdengî perçeyekî vê êrîşê ne. Wisa diyare ku ev êrîş jî perçeyê planên mezin ên li ser herêmê ne.

Pêkhateyên herêmê heya niha bi îradeya xwe ya azad li dijî hemû êrîşan xwedî li hebûna xwe derketin û destkeftiyên xwe parastin. Ger li himberî van êrîşên ku di çarçoveya konsepta tunekirinê de pêş dikevin li ser bingeha şerê gelê şoreşgerî têkoşînek dîrokî pêşnexin wê destkeftiyên Şoreşa Rojava têkevin bin xeteriyek mezin. Lewma divê ew rihê Kobanê yê ku li himberî tarîtiyê ronahiya gelan derxisti holê ji nû ve bê jiyîn. Bi wî rihê ne tenê gelên herêmê li seranserî cîhanê li himberî vê zîhniyeta reş û tarî ya dewleta dikare serketinek mezin bê bi dest xistin.

Ezmona Rêveberiya Xweser û şervanê parastina gel heye ku van planên li ser hebûna wan tên pêşxistin pûç bikin. Vala derxistina van planan wê bandora xwe bi awayekî erênî li seranserî heremê bike. Tifaqa gelan ya bi rihê Roreşa Rojava pêk hatiye nîşaneya vê ya herî ber bi çav e.

Nûçeyên Têkildar