Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Tilîliyên Bêrîtan hêj li çiyayan deng vedidin

Navenda Nûçeyan |

Her jinên kurd ku di rêya azadiyê de canê xwe feda kirin, bi çûyînên xwe serdemake nû jî dan destpêkirin. Bêrîtan jî yek ji wan jinan e ku bi çalakiya xwe ya dîrokî serdemeke nû ji bo jinên kurd da destpêkirin.

Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ku bi eslê xwe ji Dêrsimê ye, di sala 1971’an de li navçeya Solhanê ya Çewligê tê dînê û di sala 1989’an de li Stenbolê dest bi zanîngehê dike. Bêrîtan li zanîngehê di Newrozê de nasnameya xwe ya kurdbûnê û Tevgera Azadiyê nas dike. Piştî naskirina kurdbûna xwe demeke dirêj bi awayekî aktîf xebatan dide meşandin û bi sekna xwe bandorê li ser herkesî ku nas dikirin dikir û her wiha ji jinên serdema xwe re dibû îlham. Bêrîtan ku piştî demekê hat girtin û rastî îşkenceyên giran hat û tevî vê yekê jî dev jê têkoşîna xwe berneda, piştî ku hat berdan di sala 1991’an de berê xwe dide çiyayên azad.

Bêrîtan girêdana xwe ya bi dîrok, ax û kevneşopiya berxwedanê piştî ku tev li refên azadiyê dibe wiha tîne ziman: “Heke ez rojeke bikevim tengasiyê, bêm dorpêçkirin, ez ê wek jinên dêrsimê xwe ji kendalan bavêjim lê tu caran teslîm nabim.”

Bêrîtan tevî ku gerîlayeke salekê bû bi sekn û têkoşîna xwe bibû xwedî tecrûbeya bi salan. Bi ruh û fikrî xwe tev li têkoşîna azadiyê dikir û dixwest di nav refên gerîlayan de rengê jinê bide der. Dixwest jin di şerê azadiyê de bibin pêşeng.

Şerê 1992’yan

Piştî salekê yanî di cotmeha 1992’yan de dewleta tirk bi pêşengiya PDK’ê li başûrê Kurdistanê li dijî Tevgera Azadiyê dest bi êrîşan kir. Lê di vê êrîşa dagirkeriya de dewleta tirk û îxanetkar li eniya Xakûrkê rastî berxwedanake bêhempa hatin ku pêşengiya wê Bêrîtan dikir. Bêrîtan ku fermandara tîma Xakûrkê bû, di şerê li dijî îxanetê de bû sembola berxwedanê.

Di 25’ê Cotmeha 1992’yan de Bêrîtan di şerê xeta îxanetê de bi xeta berxwedanê heta guleya xwe ya dawî şer dike, ji bo dîl nekeve destê dijmin pêşî çeka xwe dişkîne ku dijmin bidestxistina çeka wê kêfxweş nebin û piştre jî bi tilîliyan wekî jinên dêrsimiyan xwe ji zinaran diavêje. Bêrîtan ku bi vê çalakiya xwe navê xwe li dîrokê nivîsand, di serî de ji îxanetkaran re nîşanî hemû hêzên dagirker da ku xeta ku ji aliyê jinên Dêrsimê ve hatiye avakirin, hêj dijî û heta jinên kurd li wan çiyayan hebin jî dê ev xet her hebe. Ev berxwedana bêhempa ya destanî ku wek xeta Bêrîtan hat binavkirin, piştî salekê bû bingeha avakirina artêşbûna jin.

Bêrîtan hê jî bi tiliyê xwe li çiyayên Kurdistanê şerê li dijî xeta îxanetê li ber xwe dide û rê nîşanî ardilên xwe dide.

Nirxandina Ocalan

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî şehadeta Bêrîtan, sekna wê nirxand û ji bo hemû jinan ev perspektîf da: “Ez ê keçên me hişyar bikim. Divê jinên me di vî mijarê de gelek hişyar bin. Fersendeke 5 hezar salan hatiye bidestxistin. Qesrê bidin we hemûyan jî tûfî rûyên wan bikin. Bila keç qiyametê rakin, dixwazin careke din we bixin cendereyê. Li hemberî jinan lîstikeke mezin heye. Hemû kes ji çiyan dakevin jî heta ku aştiyeke bi rûmet pêk bê ew ê têbikoşin û danekevin. Hûn berxwedana Bêrîtanê dizanin. Ji Dêrsimê bû, hûn dizanin. PDK’î li kendaleke Bêrîtanê dorpêç dikin. Dibêjin teslîm bibe. Wisa nabêjin em ê te teslîmî Tirkiyeyê bikin, were em xwîşk û bira ne, were bi me re bimîne. Lê Bêrîtan dizane ku ev ne wisa ye. Ew azadiyê hez dike, vê li dijî rûmeta xwe dibîne û xwe ji kendalê diavêje. Bêrîtan girêdayî xeta azadiyê û xeta serokatiyê bû. Bêrîtan ji bo me wasiyet e. Ma ez ê wê yan Osman esas bigirim? Heke mirov bikev pir xirab dikeve. Dê ji heywanan xirabtir bibe. Ma em dikarin wê keçikê ji bîr bikin? Ew peyam e. Ew ji bo me bangawazî ye. Ew ji bo me Jeanne D’Arc e. Wek wê bi sedan hene. Em ê wê esas bigirin, ew rûmeta me ye. Çalakiya wê ya rûmet û evînê ye.  Em li cihê ku ew lê ye disekinin. Divê hemû kes xeta Bêrîtanê bişopîne. Ez neferê xeta wê me. Heta ku aştiyeke bi rûmet bê em ê wê xetê bişopînin.”

Xeta Bêrîtan hêj didome

Niha di roja me ya îro de jî ardilênvê xeta ku 28 sal berê ji aliyê Bêrîtan ve hatibû avakirin, li Heftanînê dîsa bi heman ruhî li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û hevkarên wê ku ji bo êrîşan pêşengiyê dikin, berxwedaneke bêhempa didin meşandin. Ev çend meh in di serî de jin zarokên kurdistanî rengê berxwedanê nîşanî hemû cîhanê didin. Niha hemû cîhan şahidî ji berxwedana ardilên Bêrîtanê re dikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar