PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Tîma futbolê ya jinan ji bo wekheviya mûçeyan têdikoşin

Tîma futbolê ya jinan ya Amerîkayê, li Fransayê di Kupaya Cîhanê de bi ser ket, niha jî ji bo wekheviya mûçeyan a di navbera lîstîkvanên jin û mêran de dest bi têkoşinê kirin

Tîma futbolê ya jinan a Amerîkayê di turnuvaya Kupaya Cîhanê ya Jinan a FIFA’yê ya îsal de bi ser ket. Pîştî turnuvayê nîqaşên newekheviya mûçeyan a di navbera lîstîkvanên jin û mêran hat rojevê. Lîstîkvana amerîkî Megan Rapinoe piştî serkeftinê bang li serokê FIFA’yê kir û diyar kir ku divê mûçeyên lîstîkvanên jin û mêran êdî wekhev be.

Lîstîkvan Rapinoe diyar kir ku divê êdî nîqaş neyê kirin û gav bên avêtin û wiha got: “Em wekî lîstîkvanên jin û alîgirên futbolê êdî amade ne ku derbasê astek din bibin. Her wiha her kes di mijara wekheviya mûçeyan de hemfikir in. Divê em êdî ji bo lîstîkvanên jin û werzîşvanên jin çi bikin? FIFA dê derbarê vê mijarê de çi bike? Dê çawa wekheviya mûçeyan pêk bîne? Divê êdî berfirehî bên nîqaş kirin.”

‘Newekheviyeke mezin pêk tê’

Di axaftina xwe de Rapinoe da zanîn ku li Amerîkayê lîstîkvanên jin ên futbolê serê turnuvayê 3 hezar 600 dolar digirin, lê lîstîkvanên mêr 5 hezar dolar digirin û ev tişt anî ziman: “Di organîsazyonên navneteweyî de lîstîkvanên jin 15 hezar dolar, mêr jî 55 hezar dolar ekstra mûçe digirin. Di sala 2015’an de Federasyona Futbolê ya Amerîkayê ji bo serkeftina tîma jinê ya Kupaya Cîhanê 1.7 mîlyon dolar xelat da jinan. Lê federasyon di sala 2014’an de ji bo tîma futbolê yê mêran jî ligel di tura duyem de windakir jî 5.4 mîlyon dolar da. Newekheviyeke pir mezin pêk tê.”

Alîgirên futbolê piştgirî dan wekheviya mûçeyan

Tîma futbolê ya jinan derbarê newekheviya Federasyona Futbolê a Amerîkayê doz vekiribû. Her wiha di turnuvayên Kupaya Cîhanê ya ku îsal a li Fransayê pêk hatî de alîgerên futbolê bi dirûşmên xwe piştgirî dan lîstîkvanên jin a derbarê wekheviya mûçeyan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar