Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

Tîmên gerîla yên bi liv û tevger li Werxelê

Qada Werxelê yek ji eniyên girîng ên xeta berxwedanê ya gerîla ye ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk hatiye danîn. Têkoşîna bi rengê tîman a gerîla jî beşeke girîng a vê eniyê ye

Li qada Werxelê ya Avaşînê ku artêşa tirk a dagirker ji 7’ê hezîranê ve êrîşên giran lê dike, tîmên gerîla yên bi liv û tevger ku bi pîvanên jinûve avabûnê yên gerîlayên nûjen tevdigerin, hem hêza xwe diparêzin, hem jî bi çalakiyên xwe dibin piştevan ji berxwedêrên li tunelên şer re.

Tîmên liv û tevger ên gerîla yên li Werxelê ji destpêka meha hezîranê ve bi dehan çalakî li dar xistin. Tîmên bi lev û tevger ên gerîla rojê 24 saetan li gel êrîşên bi obus, hawan, êrîşên hewayî û bombardûmana bi helîkopteran, bêyî ku windahiyê bidin bênavber şer dikin.

Em ji berxwedana li tunelan hêzê werdigirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê beriya ku biçin çalakiyeke li qadê ji kameraya gerîla re diaxivin û hem biryardariya xwe nîşan didin hem jî serkeftinê ji hevrêyên xwe re dixwazin.

Gerîlaya YJA Starê Adîfe Kanîreş ku ji destpêka êrîşên dagirkeriyê û vir ve cihê xwe di nava tîmên liv û tevger ên gerîla de digire beriya biçe çalakiyê wiha diaxive: “Ev demeke em liv û tevgera leşkeran a li qadê dişopînin. Dijmin dema dawî giranî daye ser êrîşên li dijî tunelên şer. Em hevalên xwe yên li tunelên şer li ber xwe didin silav dikin. Li gel êrîşên dijmin ên bi her awayî ev hevalên me li ber xwe didin. Em hêzeke mezin ji berxwedana li tunelên şer ên li Werxelê û Tepê Sor werdigirin. Berxwedana wan dibe sedem ku di nava şert û mercên gazdê de em li ser pêyan bimînin. Ji bo hevrêyên me yên li tunelan li ber xwe didin zor û zehmetiyan nekişînin em çalakiyan dikin û dixwazin ji hevalên xwe re bibin alîkar. Em çiqasî çalakiyan bikin jî ev yek li pêşberî berxwedana hevalên me kêm dimîne û em ê çalakiyên hîn xurtir bikin.”

Bi ruhê berxwedêran ber bi çalakiyê ve

Gerîlayê HPG’ê Cesûr Axîn beriya biçe qada çalakiyê ji kameraya gerîla re diaxive û wiha dibêje: “Ji bo hilanîna tola hevalên xwe em diçin çalakiyê. Em bi biryar in ku tola fermandar heval Serhad Giravî hilînin. Weke şervanên hevalê Serhad em diçin wê qadê û bi ruhê hevalên li vê derê li ber xwe didin em dixwazin çalakiyê bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar