Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Tîmên gerok li dagirkeran dan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Tîmên me yên gerok li Zap, Xakurkê û Qada Berxwedanê ya Girê FM bi çekên giran li dagirkeran dan.

Artêşa tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya navçeya Amediyê bi bombeyên qedexekirî bombebaran kir. Di heman demê de qadên gerîla bi dehan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên ku hatine kirin wisa ye

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 6’ê Çileyê de danê nîvro li derdora herêma Çemço ya Şêladize ya navçeya Amediyeyê tîmên me yên gerok bi çekên li dagirkeran dan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

Di 6’ê Çileyê de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûre ya Şehîd Savaş Maraş de;

Di 5’ê Çileyê de saet 14:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.

Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

Di 6’ê Çileyê de çeperên berxwedanê yên gerîlayan ên nêzî herêma Çemço ya Şêladize ya navçeya Amediyê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

Di 26 û 31’ê Kanûnê û 4’ê Çileyê de herêmên Şukê û Sitûnê yên Avaşînê 5 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

Di 5 û 6’ê Çileyê de Girê Şehîd Kamûran û Geliyê Lolan ên Xakurkê, Qada Berxwedana Girê FM û çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî gundê Sîda û herêma Çemço ya Şêladize ya navçeya Amediyê bi dehan caran bi hawan, obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar