KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Tîmên gerok li Zapê 3 leşkerên tirk cezakir

Li çalakiyên nêzî gundên Çemço û Sîda yên qada Zapê bi qasî ku hate tespîtkirin 3 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Gerîlayê Azadiya Kurdistanê li hemberî êrîşên dewleta tirk ya dagirker, bi berxwedaneke dîrokî derbên giran li dagirkeran dixîne. Tevî ku artêşa tirk a ku sûcê şer dike û metodên dijmirovahî bikar tîne jî, li hemberî berxwedana hêzên me yên bi fedaî dikin, nikare encamên ku tê xwestin bi dest bixe. Li hemberî zehmetiyên li dijî vîna mirovan hêzên me berxwedan û çalakiyên xwe didomînin. Di encama çalakiyên hêzên me de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa tirk ya dagirker carekê bi bombeyên qedexe, 13 caran bi çekên kîmyewî, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran çeperên berxwedanê yên gerîla bombe kiriye. Di heman demê de balafirên şer 5 caran qadên gerîlayan bombe kirine.”

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên ku hatine kirin wisa ne:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 17’ê çileyê saet di 08:00 û 11:00’an de li nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amediyê tîmên me yên gerok bi çekên giran 2 caran li dagirkeran dan û herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.

Di 17’ê çileyê saet 13:00’an de li nêzî gundê Sîda yê girêdayî navçeya Şêladize Amediyê tîmên me yên gerok bi taktîka sûîqestê li dagirkeran dan û dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên ku artêşa tirk ya dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

Di 17’ê çileyê de çeperên berxwedanê yên gerîlayan ên nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize Amediyê ji saetên sibehê heta êvarê 11 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 17’ê çileyê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî gundê Sîda yê girêdayî navçeya Şêladize ya Amediyeyê, carekê bi bombeyên qedexekirî û 2 caran jî bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Di heman demê de, dûmanên jehrîn ên ku ji şewitandina materyalên plastîk û tekerên otomobîlan derdiket,  şandin ser çeperên berxwedanê.

Êrîşên artêşa tirk ya dagirker;

Di 17’ê çileyê de herêma Gundê Bilind Bazê û Gundê Çemrobotkî ya Garê û herêma Golka ya Metîna 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 17’ê çileyê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Girê Ortê ya Metîna û herêma Çemço ya navçeya Şêladize ya navçeya Amediyê û gundê Sîda bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar