Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Tîmên taybet li Erdîşê 3 ciwan îşkence kirin

Tîmên taybet ên dewleta tirk li Erdîş a Wanê di nav de rêveberê DBP’ê yê navçeyê Recep Onal jî, 3 kes binçavkirin û îşkence kirin. Kesên hatin îşkencekirin piştî ku birin midûriyeta polîsan verişîn û ser hişê xwe çûn

Dewleta tirk li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî gelê kurd û siyasetmedarên wê êrîşên xwe berdewam dike. Dewleta tirk ku bi rojane dehan kesan binçav dike, di binçavan de jî binçavkiriyan îşkence dike. Îşkence, bêhiqûqî û sûcên ku hêzên dewleta tirk li dijî gelê kurd û siyasetmedarên wê dike ji hêla AKP-MHP’ê ve tê destekkirin û teşwîqkirin.

Di çarçoveya binçavkirina û îşkenceyan de, hêzên dewleta tirk li navçeya Erdîş a Wanê rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Recep Onal û ciwanên bi navên Mekan Beder û Hakan Bozdag binçav kirin. Hat zanîn ku Onal û ciwanên din di bin çavan de rastî îşkenceyeke giran hatine. Li gorî agahiyan, dema ku her sê welatiyan duh piştî nîvro li ber qeraxên golê û wêne kişandin, hatin binçavkirin.

Ciwan ser hişê xwe çûn

Hat ragihandin ku welatî bi hinceta ‘we wêneyên qada hêzên taybet kişandine’ hatin binçavkirin. Tîmên taybet kesên ku binçavkirin birin avahiya hêzên taybet û îşkence kirin. Ciwanên ku li ser beden û rûyên wan şopên îşkenceyê hebûn, piştî ku birin midûriyeta polîsan verişin û li ser hişê xwe çûn. Li ser vê yekê jî her sê ciwanan du caran radikin nexweşxaneyê.

Her wiha polîsan şevê din bi ser mala rêveberê sîteya habererciş.comê Sercan Akbaş ku nûçeya îşkencekirina her sê ciwanan parve kir de girt. Hat zanîn ku Akbaş bi hinceta ‘Gel teşwîqî kîn û dijminatiyê dike’ hate binçavkirin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar