Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

‘Tîmên Tolhildanê’ çalakiya li Silopyayê girt ser xwe

Çapemeniya tirk duh ragihandibû ku li navçeya Silopî ya Şirnexê wesayîta leşkerî qelibîbû lê derket holê ku ji aliyê ‘Tîmên Tolhildanê’ ve çalakiyeke sabotajê pêk hatiye

Duh çapemeniya tirk ragihandibû ku li navçeya Silopî ya Şirnexê wesayîta leşkerî qelibiye û di encamê de leşkerek miriye û 20 leşker jî birîndar bûne. Lê belê li gorî nûçeya ANF’ê koma ku navê “Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Îslam Gever û Şehîd Ronahî” li xwe kirî, ragihandiye ku roja 24’ê adarê (huh) saet di 10.00’an de hêzên wan li dijî wesayîtan leşkerî ya ber bi bejahiya Ercumentê ve diçû çalakiya sabotajê li dar xistine. Tîmên Tolhildanê ragihand ku di çalakiyê de herî kêm 2 leşker mirine û zêdetirî 20 leşker jî birîndar bûne.

Li aliyê din Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî ragihand ku 18’ê adarê li Taxa Ardiçli ya navçeya Esenyûrt a Stenbolê 2 wesayîtên erkdarên AKP’ê şewitandine.

Dewleta tirk têkildarî ketina helîkoptera li Çekmekoy a Stenbolê jî gotibû ‘qeza’ ye. Lê Komeke ku xwe bi navê “Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan” bi nav dike, bi daxuyaniyekê ragihand ku helîkoptera roja 11’ê sibatê li li taxa Kîrazli ya Çekmekoya Stenbolê kete xwarê, ji aliyê yekîneyên wan ve hatiye xistin. Komê di daxuyaniyê de wiha gotibû: “Droneyek li perwaneya helîkopterê hate xistin û helîkopter bi vî rengî hate xistin. Di encama vê çalakiyê de du serpel û du berbaz hatin kuştin. Çalakî ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê û li dijî tecrîdkirina Rêber Apo hatiye kirin.”

Rayedarên dewleta tirk îdîa kiribûn ku helîkopter ji ber qezayê ketiye û aşkera kiribûn ku di encamê de serpel ê pîlot Umît Ozer, serpel Semîh Ozcan, serbaz ê çawişê pispor Îlyas Kaya û serbazê çawişê pispor Yakûp Avşar mirine. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar