Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan bi daxuyaniyekê diyar kir ku helîkoptera dewleta tirk a di 11’ê sibatê de li Stenbolê ketî û di encamê de du serpêl û du berbaz mirîbûn, ji hêla hêzên wan ve hatiye xistin
Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan bi daxuyaniyekê nivîskî ragihang k helîkoptera di 11’ê sibatê de li taxa Kîrazli ya Çekmekoy a Stenbolê ketiye xwarê, ji aliyê tîmên wan ve hatiye xistin. Tîmên tolhildanê diyar kir ku çalakî li dijî tecrîdkirina Ocalan pêk hatiye
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Helîkoptereke maket a bi kumanda tê firandin, li perwaneya helîkopterê hate xistin û helîkopter bi vî rengî hate xistin. Di encama vê çalakiyê de du serpêl û du berbaz hatin kuştin. Çalakî ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê û li dijî tecrîdkirina Rêber Apo hatiye kirin.”
Agahiyên dewleta tirk
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rayedarên dewleta tirk îdia kiribûn ku helîkopter ji ber qezayê ketiye û aşkera kiribûn ku di encamê de serpel ê pîlot Umît Ozer, serpel Semîh Ozcan, serbaz ê çawişê pispor Îlyas Kaya û serba ê çawişê pispor Yakûp Avşar mirine.
Çalakiyên li Amedê
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Xemgîn Roj û Şehîd Faraşîn Sîdar di meha sibatê çalakî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de li Amedê di demên cuda de 11 dikan û kargehên AKP’iyan hatin şewitandin. Li 3 taxan marketên BÎM’ê hatin şewitandin. Li Amedê xebatkarekî PTT’ê ku sîxurî û hevkarî ji AKP’ê re dikir hate înfazkirin.” STENBOL