Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Tirk û faşîzm

Newroza îsal bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Li seranserê Kurdistanê pîrozbahiyên bi heybet çêbûn. Li derveyî welat jî heman coş hebû. Her deverek ji ya din xweştir derbas bû. Her bajar û welatekî coşeke mezi a Newrozê afirand. Li aliyekî Newroz, li aliyekî mizgîniya Newrozê, li aliyekî xebatên hilbijartinê û meha pîroz a rojiya remezanê. Ev hemû bi hevre hatin û vê yekê jî coşa Newrozê zêde kir.

Dewleta tirk jî ji vê coşa Newrozê aciz bû û xwest ku provoke bike. Ji bo vê yekê jî li Belçîkayê faşîstên xwe xistin tevgerê. Di 21’ê Adarê de wezîrê karê derve yê dewleta tirk Hakan Fîdan li Belçîkayê bû û bi faşîstên tirk re hevdîtin kir. Piştî çûyîna wî jî ew faşîst ketin nava tevgerê. Di 24’ê Adarê de dema kurdistanî ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan pêşiya wan girtin. Êrîş kirin û ev yek ne bes bû, vê carê jî di mal de êriş kirin. Komek nijadperest û faşîstan hewl dan wê malbata kurd di hundirê malê de bişewitînin. Zihniyeta xwe ya dehê salan careke din li Belçîkayê nîşan dan. Li Kurdistanê jî heman hovitî dehê caran kiribûn. Dîsa li Madimakê jî heman tişt kiribûn.

Çeteyên DAIŞ’ê jî li ber van faşîstan perwerde dîtin û li rojhilata navîn xelk şewitandin. Bûyera li Belçîkayê jî ne tesaduf bû. Yanî eger tesaduf be jî wekî firsendekê ji xwe re bi kar anîn. Ji ber ku xwe li Newrozê û mizgîniya Newrozê ranegirtin. Wan dixwest ku rojeke din a pîroz a Kurdistaniyan biherimînin.

Ew faşîstên ku êriş kirin, li gelek deveran bersiva xwe girtin. Ciwanên kurd û şoreşger li gelek bajarên Belçîkayê bersiva wan faşîstan dan. Faşîstên tirk fêm kirin ku Kurd ne bêxwedî ne. Li Tirkiyeyê dewlet li pişta wan e û li gorî dilê xwe êrişan dikin. Xelkê digrin, êşkence dikin û faşîzma xwe bêsînor dikin. Lê Belçîka ne Tirkiye ye. Eger ew êriş dikin, wê bersiva xwe jî bigrin.

Belçîka welatekî wisa ye ku hejmara Tirkan pir e. Yanî ji ya kurdan zêdetir e û rêxistinbûyîna wan jî heye. Ji komele û mizgeftan heta saziyên wan hene. Ev saziyên em behsa wan dikin jî navendên nijadperestî û tirkbûnê ye. Tirkên li Belçîkayê zêdetirî 70 sal in li vî welatî ne. Ji bo vê yekê hejmara wan zêde ye. Kurd jî zêde ne, lê ne wekî hejmara wan. Hikûmeta Belçîkayê di vê mijarê de destê tirkan digire. Xelkê Belçîkayê û çapemeniya wê bi meseleyê dizane, lê dîsa jî hukûmeta wê li gorî faşîzma tirkan tevdigere. Naxwaze têkiliyên xwe bi dewleta tirk re xera bike. Ew jî dizane ku di vê mijarê de yê neheq faşîstên tirk in.

Hikûmeta Belçîka divê ew kesên êrişa nijadperest pêk anîne bigire û ceza bike. Ji bo karibe li heqîqetê bipirse divê wan kesan bigire. Lê li şûna vê yekê yekser daxuyaniyan dide û PKK’ê sûcdar dike. Çi eleqeya PKK’ê bi vê meselê re çênebûye. Yên êrîş li dijî wan pêk hatiye ji ber Kurdbûna xwe ye. Di vê mijarê de hikûmeta Belçîkayê û serokwezîrê wê cesaretê dide faşîzma tirkan. Faşîstên tirkan dibe ku ji vê daxuyaniya serokwezîrê Belçîkayê hêzê bigrin û êrişên xwe zêde bikin. Ev daxuyaniya serokwezîrê Belçîkayê ne di cih de bû û kes qebûl nake. Eger serokwezîr li heq û hiqûqê dipirse divê bêalî tevbigere û vê meseleyê ji darazê re bihêle. Wekî din tişta ku dike xulamtiya ji faşîzmê re ye.

Nûçeyên Têkildar