Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Tirkiye ber bi krîzek kur ve diçe

Çawa ku serçete Erdogan jinûve hate hilbijartin, dolar rekorên din şikandin û lîreyê tirk careke din daket asta herî nizm û bêqîmet bû. Aborînas dibêjin, dibe ku buhayê dolar îsal bigihêje heta 28 lîreyî.

Li Tirkiyeyê roja yekşemê tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê hate kirin. Piştî ku hate aşkerekirin Recep Tayyîp Erdogan bi ser ketiye, Lîreyê tirk di asteke dîrokî de bêqîmet bû. Roja duşemê dolarek bû 20,09 lîre.

Erdogan ku kampanya xwe ya hilbijartinê li ser dezenformasyon û faşîzmê meşand, di axaftina xwe ya piştî hilbijartinê de jî aşkere kirin ku wê polîtîkayên xwe yên heta niha meşandiye ji niha û pê ve jî dewam bike.

Ajansên navneteweyî yên ku mijara jinûve hilbijartina Erdogan nirxandin bi taybetî bal kişandin ser aborî û azadiyê.

Ajansên navneteweyî pirsîn bê bernameya aboriyê ya Erdogan çiqasî dikare îdare bike û destnîşan kirin, encamên gavên ji bo zêdekirina mûçeyan ên li dijî enflasyona bilind beriya hilbijartinê hatin kirin, wê piştî hilbijartinê diyar bibin.

Di nirxandinan de her wiha hate bibîrxistin ku hilweşîna li herêmên erdhejê bi 34 milyar dolarî zerar gihandiye Tirkiyeyê û hate ragihandin, paşeroja 3,4 milyon koçberên Sûriyeyî yên li welêt nediyar e.

Ji fîrmaya Tellîmer a li Dûbaî Hasnaîn Malîk daneyên li ser aboriyên pêşketî nirxand û got, “Hilbijartina Erdogan derfeta razemeniyê nade tu sermayeya biyanî” û wiha dewam kir: “Di rêyeke krîzê ya giran de ku bandorê li sermayeyê dike; enflasyon gelekî bilind e, rêjeya faîzê gelekî nizm e û rezervê dowîzê jî qet nîne. Tenê mirovên herî xweşbîn karin hêvî bikin ku Erdogan ji aliyê siyasî ve kare li polîtîkayeke aborî ya Ortodoks vegere.”

Aborînasê DYE’yî Roger Mark jî hişyarî da ku krîza hevsengiya dayinan a li Tirkiyeyê dibe ku kûr bibe û kontrola sermayeyê zêde bibe. Mark got, “Eger polîtîka neyê guhertin, Tirkiye ber bi krîzeke dayinê ya di asteke bilind de diçe; dibe ku kontrolên sermayeyê yên hîn giran zêde bibe. Ev rewş dibe ku bibe sedem mirov bi zorê dolar bike lîre; dibe ku tirk nikaribin deynê xwe yê derveyî welat bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar