Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Tirkiye bi destê desthilatên Başûr li dijî gelê Başûr şer dike’

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah têkildarî êrîşên li dijî başûrê Kurdistanê, bêdengiya PDK û YNK’ê û helwesta welatên Ewropa û DYA’yê ya li dijî êrîşan ji MA’yê re nirxand.

Mihemed Ebdullah diyar kir ku dewleta tirk bi êrîşên xwe hemû Kurdistanê hedef digire û wiha got: “Peymana Mîsak-î Mîllî heta 24’ê tîrmeha 2023’yan temam dibe. Tirkiye dixwaze axa bi Mîsak-î Millî winda kiriye dîsa bi dest bixe. Dixwaze dîsa li ser Mûsil, Kerkûk û Hewlerê serwer be. PKK nûnertiya vîna gelê kurd dike. Lewre dewleta tirk ji xwe re dike hincet. PKK li Başûr gelê Başur ji êrîşên Tirkiyeyê diparêze. Tirkiye dixwaze her çar parçeyên Kurdistanê dagir bike.”

‘Pêşmerge qereqolên tirkan diparêzin’

Bi domdarî jî Ebdullah destnîşan kir ku heke hêzên Başûr li ser pêya mabin, bi xêra PKK’ê ye û wiha domand: “Lewre Tirkiye li dijî PKK’ê şer dike. Ji ber PKK ji partiyên din re dibe hêz, dibe hedef. Tirkiye tenê bi balafir û hêzên leşkerî gelê kurd û nirxên wê hedef nagire, her wiha şerê taybet dimeşîne. Li Başûr niha bi pêşmergeyên kurd, li dijî kurdan şer dikin. Baregehên wan ên li Şeladizê û qereqolên wan pêşmerge diparêzin. Hêzên li Başûr di bin kontrol û bandora Tirkiyeyê de ne.”

‘Pêşmerge li dijî dagirkeriyê bêdeng e’

Di berdewamê de jî Ebullah anî ziman ku mirov ji ber helwesta hikûmet û rêveberiya Başûr a li dijî dagirkeriyê şerm dike û wiha pê de çû: “Pêşmerge hene, lê ne çalak in. Kerkûkê dagir dikin lê bersiv nadin. Şengalê dagir dikin lê bersiv nadin. Leşkerên tirk xaka Başûr dagir dikin lê bersiv nadin. Mirov ji ber dagirkireyê şerm dike. Hikûmet û hizbên Başûr li dijî dagirkeriya tirkan bêdeng in. Lê PKK li her qadê li dijî dagirkeriyê şer dike. Tirkiye dixwaze bi şikandina hêza Tevgera Azadiya Kurdistanê re Kurdistanê dagir bike. Armanca wê ne tenê PKK, hemû kurd in.”

‘Bi destê hêzên Başûr li dijî gelê Başûr şer dikin’

Ebdullah da zanîn ku li dijî kurdan li aliyekî şerê germ ê leşkerî û li hêla din jî şerê taybet tê meşandin û ev nirxandin kir: “Şerekî berfireh e. Hûn dibînin ku aborî, neft, bazirganî, axa Kurdistan û pêşmergeyên Kurdistanê bi tevî dixin kontrola xwe û di xizmeta dewleta tirk de. Hêzên desthilatdarên Kurdistanê şerê li dijî kurdan dikin. Hemû aboriya Başûr ji bo xizmeta Tirkiyeyê diçe. Gelê Başûr birçî û bê mûçe dimîne. Ji mûçeyê gelê Başûr qut dikin û pêşkêşî Tirkiyeyê dikin. Şerekî pir qirêj heye. Tirkiye bi destê hêzên Başur li dijî gelê Başûr şer dike.  Li Başûr demokrasî û xizmeta neteweyî di asta tunebûnê de ye. Naxwazin kurd zane bibe. Naxwazin kurd xwe nas bikin û lêkolîn bikin. Naxwazin di aliye siyasî, diplomasî, aborî û civakî de pêş bikevin. Naxwazin bibin yek û parastina xwe bikin. Dixwazin kurdan bê parastin û dîplomasî bihêlin. Ev 36 sal in li dijî gerîla şer dike û 32 operasyonên mezin li dijî PKK’ê li dar xistine. Lê hemû jî têk çûne.”

Şerê taybet ê li dijî gelê Başûr

Piştre jî Ebdullah bal kişand ser şerê taybet û wiha got: “Lê di aliyê şerê taybet de dixwazin encam bistînin. Di aliyê şerê taybet de lîstik û planên qirêj li ser gel dimeşînin. Ji ber şerê taybet ê li ser Başûr, gelê Başûr di rewşeke xerab de dijî. Dixwazin gel mehkûmî xwe bikin. Niha beşek mehkûmî Enqereyê û beşek jî mehkûmî Iraqê bûye. Li hêlekê Tirkiye, li hêla din Iraq û Îran dixwazin li Başûr serwer bin. Lewre komployeke giştî ya navdewletî li ser gelê kurd tê meşandin.”

Hewldanên hêzên navdewletî

Têkildarî hewldanên hewldanên welatên Ewropa, DYA û Rûsyayê yên li herêmê jî Ebdullah ev tişt anî ziman: “Plana Sykes Pîcotê îro jî didome. Di vê peymanê de Ingilistan û Fransa hebûn û bi destê wan pêk hat. Ev hêz endamên NATO’yê ne û Tirkiye jî endamê NATO’yê ye. Tirkiye li aliyekî dixwaze li cem Rûsyayê û li hêla din dixwaze li cem DYA’yê cih bigire. Ger li cem Rûsya û Îranê cih bigire projeyên DYA’yê yên li ser Îranê asteng dibin. DYA ji bo Tirkiye di eniya Rûsyayê de cih negire hin îmtiyazan didê. Her kes dizane ku Tirkiye eger ku li ser mang û merîxê jî planê çêke, dîsa berî her tiştî kurdan dike hedefa xwe. Daxwaza wê ya sereke şerê li dijî gelê kurd û PKKê ye. DYA ji bo têkiliya Tirkiye ji Rûsya biqetine, di sala 2018’an de ji bo 3 endamên konseya PKK’ê bên girtin, 12 hezar milyon dolar diyar kir. Ger ku DYA destûr nede Tirkiye nikare têkeve nava axa Başûr. DYA ji bo Tirkiye li cem Rûsya cih negire, li dijî şerê kurdan piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Ewropa jî ji ber projeyên xwe yên li Rojhilata Navîn li dijî êrîşên Tirkiye yên li ser gelê Kurdistan bêdeng in.”

Bêdengiya gel û partiyên Başûr

Mihemed Ebdullah daxuyand ku partiyên desthiladdar ên Başûr li dijî êrîşan bêdeng in û wiha berdewam kir: “Sedema vê ew e ku girêdayî bi Enqere û rejima Baasê ve girêdayî ne. Lewre jî li dijî gelê xwe siyaseteke qirêjî dimeşînin. Bi vê sekna xwe xizmeta dagirkerên başûrê Kurdistanê dikin. Mesût Barzanî û Celal Talebanî di 1998’an de li Washingtonê civînek çêkirin. Ji wê demê ve wekî du enî şerekî taybet dimeşînin. Gel kirin du beş. Beşek li gel YNK’ê û beşek li gel PDK’ê cih digirin. Niha herdu hîzb jî li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bêdeng in. Hêzên li Başûr parçe bûne û gel lawaz e. Ji bo bermîleke petrol, li ser dolarekê şer dike. Hêzên dagirker nefta Başûr di dizin û xaka wan dagir dikin lê dîsa jî bêdeng in. Gel bi berjewendiyên şexs û malbatê ve girê didin. Enfala duyemîn li herêmê dubare dibe. Ger ku destkeftiyên Başûr ji dest biçin, heta sed salên din nikarin dîsa paşve bistînin. Banga me ji bo hemû hêz, rêxistin û gelê Kurdistanê ew e ku dengê xwe bikin yek û bêdeng nemînin.”

Êrîşên li ser Tevgera Azadî

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em hewl didin di çarçoveya yekitiya neteweya demokratîk de hemû hêz û hizban bînin cem hev û yekitiyekê ava bikin. Li dijî van êrîşan bang li hêz û hizbên Başûr kir lê bersiv nedane. Di hilbijartinê de destûrê nadin ku buro û nûnertiyên me xebatê bikin. Di hilbijartina borî de buro û nûneriyên me rastî êrîşan hatin. Dema li ser Başûr êrîş çêdibe jî dixwazin berî her tiştî partiya me bêdeng bikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar