Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Tirkiye bi êrîşan dixwaze DAIŞ’ê zindî bike

Tirkiye di 2 mehên dawî de 4 caran êrîşên dijwar li dijî binesaziya xizmetê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Her carê bi dehan navend û îstasyonên xizmetê bonbe kir. Di van êrîşan de bi sedan cih bûn hedefa bombeyan. Îstasyonên ceyranê, îstasyonên xazê. Depoyên av, zexîre, bendav, nexweşxane bûn hedefa êrîşên balafirên şer ên dewleta tirk. Di van êrîşan de bi hezaran gund bê ceyran û bê av man. Ji ber Nexweşxaneya Gurçikan bû hedefa êrîşan, bi sedan nexweşên gurçikê neçar man sewqî nexweşxaneyên din bên kirin.

Ji ber ku navendên santralên ceyranê û îstasyonên xazê bûn hedefa êrişan, bi hezaran dibistan hatin girtin û bi sed hezaran xwendekar ji mafê perwerdehiyê bêpar man. Ji ber aş, firen nan bûn hedefa êrîşên balafirên şer ên tirk bi hezaran mirov bênan û bêxwarin man.

Li gorî rapor û lêkolînan; di encama êrîşan de li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 2 hezar û 232 gund bê ceyran man. 800 hezar xwendekar ji mafê dibistanê bêpar man. 4 îstasyonên enerjiyê bi temamî rûxiyan û 5 îstasyonên enerjiyê jî ji dewreyê derketin. Li gorî Nivîsgeha Enerjiyê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 9 caran turbînên gazê yên stasyonê, turbînên girêdayî şîrketa neftê ya Rimêlanê, veguhêz û qadên veguhastinê yên li stasyona kehrebeyê ya li Siweydiyê, bombebaran kirin. Ji ber wê stasyon bi temamî rawestiya.

Dîsa li gorî nivîsgehê di encama bombebarankirina stasyona kehrebeyê de, av li ser bi dehan gund û bajarên herêmê; Dêrik, Koçerat, navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Tirbespiyê, Til Hemîs, bajarê Qamişlo û navçeya Amûdê qut bû. Li Qamişloyê 3 stasyonên avê; Hîlaliye, Iwêce û Ceqceq ku avê ji 9 hezar xaniyan re peyda dikin rawestiyan. LI Dêrikê jî 12 bîr rawestiyan ku av dida 3 hezar û 500 xaniyan. Li navçeya Girkê Legê jî 9 bîr li bajarokê Keşke, 36 bîr li navçeya Çilaxa, 14 bîr li navçeya Tirbespiyê ku av dida hezar û 900 xaniyan, rawestiyan. Li navçeya Til Hemîsê jî 10 bîr û li navçeya Amûdê 24 bîr rawestiyan. Her sê stasyonên li Qamişloyê û 105 bîrên din ên avê av dida nêzî 450 hezar kesî.

Ev tenê daneyên hatine tespîtkirin. Tenê ev mînak nîşan dide ku dewleta tirk armanc dike ku gel ji xizmetên jiyanî bêpar bihêle. Dixwaze gelê herêmê bi temamî koçber bike û axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêmirov bihêle.

Ji ber ku nikare vê herêmê wekî Efrîn, Serêkaniyê û Grê Spî vala bike û dagir bike, vê carê qada ezmanî bikar tîne û dixwaze bi êrîşên ezmanî xizmeta binesaziyê têk bibe û gel ji cih û warên wan koç bike. Bi vê yekê dixwaze parastina herêmê belav bike û ji nûve qadê ji DAIŞ’ê re veke.

Hemû gelê cîhanê dît ku DAIŞ ji bo hemû gelê cîhanê gefa herî mezin e. Ne tenê j bo kurdan, ji bo hemû bawerî, nijad, civak û  gelên li ser ruyê cîhanê dijî felaket, talankirin, wêrankirinê dîne. Me dît ku li Şengal, Mexmûr, Iraq, Tirkiye, Rojava, Ewropa, Îran, Afganîstan û gelek welatên din komkujiyên mezin pêk anîn. Bi milyonan mirov ji ber êrişên DAIŞ’ê ji cih û warên xwe koçber bûn. Bi deh hezaran mirov ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin. Bi  hezaran mirov ji aliyê DAIŞ’ê ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

Eger îro gelên Rojava koçber bibe û Rojava bê valakirin, dê DAIŞ ji nûve zindî bibe. Dê ev felaketa DAIŞ’ê ji nûve bibe belaya serê gelê Cîhanê. Ji ber vê yekê divê hemû gelên cîhanê li dijî van êrîşên Tirkiyeyê dengê xwe bilind bike û bertekên xwe bîne ziman. Eger gelên cîhanê bêdeng bimîne, bi van êrîşên Tirkiye dê DAIŞ ji nûve zindî bibe û dewleta Tirkiyeyê dê bi destê xwe DAIŞ’ê bike bela serê xwe.

Me hemûyan rastiya DAIŞ’ê, hovîtiya DAIŞ’ê dît. Me hemûyan rastiya şer û têkoşîna şervanên kurd a li dijî DAIŞ’ê dît. Me dît ku îro ne jin û ciwanên kurd bûya, niha DAIŞ’ê bûbûya belayê serê hemû gelên cîhanê. Wê demê divê em carek din çavê xwe ji van êrîşên hovene re negirin û destûr nedin zindîkirina DAIŞ’ê. Ji êrîşên Tirkiyeyê re bêjin NA!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar