Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Tirkiye bi qutkirina ava Firatê peymanê binpê dike’

Navenda Nûçeyan |

Komeleya Mafê Mirovan, bi boneya helwesta dewleta tirk ku ava Firatê ji ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qut dike daxuyanî da û helwesta dewleta tirk şermezar kir. Bi dehan endamên sazî û dezgehên civakî tev li daxuyaniyê bûn.

Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan a Herêma Firatê Nesrîn Elî daxuyanî xwend û wiha got: “Ji bo saziyên civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan, kiryarên Tirkiyeyê yên li dijî mirovahiyê, gelê herêmê û bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne. Ev kiryar li pêşiya çavê tevahî cîhanê diqewimin bê ku tu kes dengê xwe bike, bêdengiya we jî diyar dike ku hûn jî şirîkê van kiryaran e.”

Nesrîn Elî diyar kir ku Tirkiye hemû cureyên çekên qirêj li ser gel de bi kar anî û ev tişt anî ziman: “Ji bo ku sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tengav bike û wan ji jiyana bi ewle ya ku heye bêpar bihêlin, van kiryaran pêk tîne. Herî dawî jî birîna ava Firatê ye, hikûmeta Erdogan hevpeymanên herêmî û navnetewî yên ji bo parvekirina ava çemê Firatê îmze kiribû bin pê dike. Ava Çemê Firatê ev demeke ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye qutkitin, ev yek jî bandorê li ser jiyana welatiyên herêmê û yên ku li derdora çemê Firatê dijîn dike.”

Her wiha Nesrîn Elî bal kişand ser peymana di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hatiye îmzekirin jî û daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Di sala 1987’an de Sûriye û Tirkiyeyê bi rêya hevpeymanekê li hev kirine ku divê Sûriyeyê di saniyê de 500 M.t  kûp av bigire. Lê dewleta tirk van hevpeymanan û zagonan bin pê dike. Asta ava Firatê daxistiye 200 M.T kûp di saniyê de. Dewleta tirk dixwaze kaniya jiyana mirovan bide rawestandin. Heman tişt li Herêma Cizîrê jî tê kirin. Ava Elokê qut dike û gelê herêmê bi zehmetiyên jiyanî re dihêlê.  Bi qutbûna avê re şer û mercên jiyanê zehmet dibin. Em weke Komeleya Mafê Mirovan a Herêma Firatê van kiryarên dijmirovî yên dewleta tirk şermezar dikin. Divê zext li dewleta tirk bê kirin ku dev ji van kiryarên hovane berde. Jiyana mirovên herêmê di nava xeteriyê de ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar