Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Tirkiye biçe ku derê wêranî li wir e

Welatiyên Efrînê gotin ku zîhniyeta Tirkiyeyê ji bilî fikrên qirkirin û înkarkirina gelan tiştekî din nahewîne û Tirkiye biçe ku derê wê derê wêran dike

Dewleta Osmaniyan di salên 1915 û 1917‘an de komkujî li ser gelê ermenî pêk anîn û zêdetirî milyon û nîv mirov kuştin, her wiha 600 hezar welatî mecbûrî koçberiyê kirin.

Tirkiye hewl dide dîrokê vegerîne û li ser hesabê gelên din wekî kalikên xwe yên Osmanî serdestiya xwe berfireh bike. Ji ber vê yekê her tim gefên dagirkirina herêmên Sûriyeyê wekî dagirkirina Efrînê dixwe û fesadiyê dike.

Ermeniyên Efrînê ku şahidiya komkujiyên Tirkiyeyê li ser sivîlan kirine, komkujiyên dewleta Osmanî yên li dijî ermenan bi bîr anîn. Welatiyên Efrînê têkildarî mijarê ji nûçegihanên ANHA’yê Cafer Cefo û Xandî Elo re axivîn.

Welatiyê bi navê Mihemed Xerbî wiha dibêje: “Dîrok li Efrînê dubare dike. Artêşa tirk hîna zîhniyeta kuştin, rûxandin û koçberkirina sivîlan didomîne. Pêşiyên me digotin Osmaniyan gelek kiryarên xirab bi wan kirin, malbatên wan ji hev qetandin, ji ber vê yekê heya niha çarenûsa gelekan ne diyar e. Em nizanin wan xwe ji kuştinê parast û berê xwe dan cihekî din an hatin kuştin.”

Girêdayî mijarê Mihemed Îbrahîm bal kişand ser jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Efrînê de û wiha domand: “Pêşiyên me rastî kuştin û koçberkirinê hatin, ji ber vê yekê hatin Efrînê û bi gel re jiyan heya dagirkeriya Tirkiyê careke din êrîş kir. Tirkiye dixwaze me bikuje û jiyana biratiyê tune bike.”

Îbrahîm teqez kir ku Tirkiye bi ku ve biçe, wêrankirin û kavilkirinê bi xwe re dibe, lê nikare vîna wan ji holê rake.

Jina ermen Bedîa Horo behsa berxwedana wan a li hember êrîşên Tirkiyeyê kir û wiha axivî: “Me li hemberî dagirkerî û çeteyan li ber xwe da, em ji balafir û tankên wan netirsîn. Ji bo parastina Efrînê me şehîdek ji malbatê da, lê ji ber tirsa ku careke din komkujiyan pêk bînin, me berê xwe da Şehbayê.”

Şemsî Xerîb jî destnîşan kir ku Tirkiye dide pey wan da ku wan bikuje û wiha got: “Em ji Tirkiyeyê xilas nebûn, zîhniyeta wan neguheriye. Ger li ku hebin, kuştin û wêranî jî li wir e, me çi bi wan kiriye? Lê em ê bimînin û li Şehbayê li ber xwe bidin heya em vedigerin Efrînê û ji dagirkeriya Tirkiyeyê xilas bibin.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar