Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Tirkiye demografiya Efrînê diguherîne

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Cuma der barê guherandina navên kurdî yên tax û kolanên Efrînê û demografiya wê de axivî û got ku piştî dagirkirin Efrînê yekane armanca Tirkiyeyê ev bû ku tiştekî kurdan li Efrînê nehêle.

Dewleta tirk cihên ku dagir dike li wir qirkirina çandî û fizîkî pêktîne. Ji van cihên ku dagirkiriye yek jê Efrîn e. Piştî ku Efrîn di 2018’an de ji aliyê Tirkiyeyê ve hat dagirkirin bi dehan komên paramîlîter li wir hatin bi cih kirin û bi sedan kurdên li Efrînê neçarî koçberiyê bûn. Di van 5 salên dagırkerıyê de gelek binpêkirinên mafan, destdirêji, kuştin û revandin li Efrînê rû dan. Her wiha xwezaya Efrînê bi destê komên giredayî Tirkiyeyê ve hat talankirin û zevî û darên zeytûnan ên welatiyên Efrînê jî hatin destêserkirin û birîn. Polîtikayên pişaftinê û guherandina demografiyê di van 5 salan de ji aliyê Tirkiyeyê ve li Efrînê hat pêşxistin û li cihê kurdên ku koçber bûne kesên ereb hatin bicihkirin. Her wiha di dibistanan de zimanê kurdî hat qedexekirin û tenê bi tirkî û erebî ders tên dayin. Di vê meha borî de jî navê kolan, tax û gundan ên kurdî hatin guherandin û bi tirkî hatin binavkirin.

Li gor daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriye-Efrînê di meha borî de 6 jê jin 62 welatî ji aliyê komên giredayî Tirkiyeyê ve hatinê revandin û di nav wan de jinek jî rastî destdirêjiyê hat. Her wiha di 5 salên dawî de 99 jin ji aliyê çeteyan ve hatinê qetilkirin û 74 jin jî rastî destdirêjayiyê hatinê. Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Cûma mafên mirovan ên li Efrînê diqewimin û rewşa welatiyên li Efrînê ji Ajnsa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.

 Mal û milkên welatiyan xesp kirin

Evîn Cûma bi lêv kir ku piştî dagirkirina Efrînê gelek welatî koçber bûnê yên mayî jî zext, tundî û mirinê re rû bi rû ne û wiha got: “Hejmareke kêm li Efrînê ma lê li dijî wan jî zext, binçavkirin, girtin û kuştin pêk hatin. Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê destdanîn li ser xaniyên gelê Efrînê. Efrîn hem ji aliyê Tirkiye, hem ji aliyê rejîma Suriye û çeteyan ve di bin dorpêçe de ye, ji ber wê jî pêdiviyên jiyanî zahmete ku derbasî Efrînê bibe gel tenê bi çandiyê dikarê debara xwe bike. Jixwe sotomenî û mazot jî pir kêm e, çileya par 2 zarokan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku çeteyan dest danînê ser xaniyên wan û bi pereyan difroşin wan, vegera li Efrînê pir zehmet e. Gelek kesên ku vegeriyan Efrînê jî neçar man ku careke din koçber bibin.”

Jin nikarin tenê bigerin

Cûma anî ziman ku taybetî jinên li Efrînê di bin zilmeke mezin de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi dehan jin li Efrînê hatin binçavkirin an jî hatin revandin. Piraniya wan jî ji aliyê çeteyan ve ji bo pereyan dihatin rewandin û fîdyê ji bo wan dixwastin. Gelek jin jî rastî destdirêjayî û kuştinê hatin. Gelek jinên temên biçûk li ser navê zewacê dibirin û difirotin. Heke malbat li dijî vê yekê dertên jî rastî îşkece tên ji ber wê jî hinek malbat bêdeng dimînin. Jin nikarin li Efrînê bi rihetî bigerin divê cilê wan girtî bin û tenê serê xwe jî dernekevin derva. Jinên ku dixwazin li dijî tundiyên ser jinan di saziyên sivîl de bixebitin jî rastî tehdîtan tên û ji ber wê jî di saziyan de cih nagrin. Di wan saziyên civakî de zilam cih digrin û piranî li ser olê dixebitin.”

Cûma bal kişand ser zext û tundiyên li ser girtiyên di girtîgehên Efrînê de ragirtî ne û ev tişt gotin: “Di girtîgehan de tundiyeke pir mezin li dijî dilgirtiyan heye. Taybetî li ser jinan tundiyeke mezin heye. Gelek jin di hundirê wan girtîgehan de rastî destdirejayiyê tên. Di girtîgehê de gelek jinan zarokên wan çebûn ne ji aliyê tendûristiyê de ne jî pediviyên jiyanî di girtîgehan de tune ye. Gelek kes jî di zindanan de jiyana xwe ji dest didin û li wir tên veşartin.”

Kurd bi zilmê rerû bir û ne

Cûma diyar kir ku kurdên ku li Efrînê mane rojane bi zilm û zordariyê re rû bi rû ne û wiha pêde çû: “Kurdên li Efrînê manê rojane bi zilm û zordariyê re rû bi rû dimînin. Çetê li gor dilê xwe dikarin dest bidin ser  mal û milkê wan. Yanî xwe dikin şîrikê mal û milke wan. Heke kesek tenê li malê be êrişî wî dikin û wî dikujin û destbidin ser mal û milkê wî. Kesek bi malbatê ve li Efrînê be jî dest didin ser zarokên wan. Gelek malbat hatin rewandin û piştrê jî hatin windakirin. Kesên ku dixwazin koçber bibin jî gelek pereyan didin çeteyan ku derbasî dervayî sînor bibin. Her wiha di dibîstinan de bi zimanê tirkî û erebî dersên olî didin. Kurdî ders nayên dayin. Navê kulan û taxên kurdî ji bo guherandina demografiyê tên guherandin û navên bi zimanê tirkî wan dikin. Yanî kurd li Efrînê jiyaneke pir zahmet derbas dikin. Gelek darên li herême ji bo xira kirina xwezaya bajêr hatinê birîn. Piştî Efrîn hat dagirkirin yekanê armanca Tirkiye ev bû ku tiştekî kurdan li Efrînê nehelê. Ji bo windakirina çand û zimanê kurdan navê gund, bajar û taxên kurdî guherandin. Bajar tev talan kirin ku tiştekî kurdan li Efrînê nemîne. Niha li Efrînê di fermiyete de bi tirkî tê axaftin. Dixwazin Efrînê bikin bajarê tirkan ne yê ereban jî. Heta înterneta Efrînê jî hat qutkirin û Efrînê fîrmayên înternetê yên tirkiyê hatinê bicihkirin. Dixwazin Efrînê ji herême qut bikin û ji Tirkiyeyê re girê bidin. Efrîn ji aliyê walîtiyê Tirkiyeyê ve tê rêveberin.”

Saziyên mafên mirovan bêdeng in

Cûma di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku saziyên mafê mirovan li dijî zilma li ser welatiyên Efrînê bêdeng in û axaftina xwe wiha qedand: “Ji aliyê rêxistinên Mafê Mirovan yên cihanê ve jî li ser rewşa Efrînê gelek rapor hatin amadekirin ku binpêkirinên mafan li Efrînê tên jiyîn lê tu gav jê nehatin avêtin. Jixwe berjewendiya wan a dewleta tirk xuyayê. Ji ber ku navenda van komîteyan li Tirkiyeyê nikarinê derbarê Tirkiyeyê de tiştek xirab bêjin. Saziyên vegerandina koçberan yên giredayî Tirkiyeyê jî li ser navê vegerandina koçberan ji bo guherandina demografiyê gelek kesan li Efrînê bicih dikin. Heke armanç vegerandina koçberan be bila wan bînin cihên ku lê koçber bûne bi cih bikin lê dibin Efrînê bi cih dikin. Divê saziyên mafê mirovan ên cihanê li dijî van binpêkirinan bêdeng nemînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar