Navenda Nûçeyan
Aktivîstên avhewayê balkişandin ser helwesta Tirkiyeyê ya der barê avhewayê de û ev tişt gotin: Heke polîtikaya Tirkiyeyê ya avhewayê li her devera cihanê derbas bibûya, niha hemû cihan 4 pileyan germtir bûba lê ligel vê yekê hê jî Tirkiye di nav 7 welatên ku Peyman nepejirandine de cih digire.
Welatên ku Peymana Parîsê ya Avhewayê li parlamentoyên xwe yên netewî de anîne rojevê lê nexistine rewacê wiha ne: Eritre, Îran, Iraq,Lîbya, Yemen û Sûdana Başûr. Tirkiye ji nav komeleya G20’yê ya ku ji aboriyên mezintirîn ên cihanê pêk tê yekane welat e ku ev Peyman pesend nekiriye.
Biqasî ku em dibînin em dikarin bibêjin ku sedema pesendnekirina vê Peymanê ev e ku Tirkiye ji statuya xwe ya li ser masê ne memnûn e. Tirkiye wek sedema nepesendkirina vê peymanê vê nîşan dide: Ji ber ku wek welatek pêşketî di vê konferansê de cih digire û nikare berpirsiyariyên welatekî pêşketî bi cih bîne û alîkariya aborî bike vê Peymanê pesend nake.