Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Tirkiye dixwaze Başûr bixe qalibekî û Rojava jî ji holê rake’

Endamê Encûmana Siyasî ya YNK’ê Mela Bextiyar diyar kir ku dewleta tirk dixwaze statûya rojavayê Kurdistanê bi temamî ji holê rake û Başûr jî bixe qalibekî

Navenda Nûçeyan |

Endama Encûmena Siyasî ya YNK’ê Mela Bextiyar di axaftineke ji bo ragihandina xwe ya hizbî re behsa planên demdirêj ên Tirkiyeyê li ser başûr û rojavayê Kurdistanê kir.

Mela Bextiyar da zanîn Tirkiye dixwaze wîlayeta Mûsil (başûrê Kurdistan) bike parçeyeke axa Tirkiyeyê û wiha got: “Xeyala Tirkiyêye wîlayeta Mûsilê bixe ser Tirkiyeyê yan jî peymana ‘Lozan’ê li ser me ferz bike. Ev xeyala Tirkiyeyê hîn jî bi dawî nebûye.”

Projeyên Amerîkayê

Mela Bextiyar projeyên hêzên navnetewî yên ji bo Rojhilata Navîn jî weke projeyên ne serkeftî nirxand û ev tişt anî ziman: “Siyaseta navneteweyî ji bo guhertinê di siyaseta xwe de çêbikin, pêwîstî bi dewletên herêmî dibîne. Mixabin 20 salên borî bi hemû ew projeyên wan ên hebûn, bi Bihara Ereban, her wiha Amerîka ku digot wê herêmê ji eniyeke şer derxe û ji bo vê jî Projeya Mezin a Rojhilata Navîn ji bo demokratîkirinê xist rojevê, negihişt encamê.”

Tirkiya welateke metirsîdar e

Di axaftina xwe de Bextiyar got ku dewletên mezin ji ber rewşa ewlekarî ya cîhanî, ji ber rewşa korona û krîza aborî ya cîhanî, pêwîstiya wan bi aramî û aştiyê heye û pêşbîniya xwe ya derbarê mijarê de wiha anî ziman : “Ji ber vê wê careke din bi dewletên herêmê re li hev bikin. Li gorî nêrîna min yek ji wan dewletên ku hêzên rojava nêz bibin Tirkiye ye. Tirkiye jî ji bo pirsgirêka demokrasiyê ya Kurdistanê û mafên demokratîk ên Kurdistanê yek ji welatên herî metirsîdar e.”

Her wiha Mela Bextiyar diyar kir ku Tirkiye bi israr e ku qalibekî bide başûrê Kurdistanê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tirkiye dixwaze qalibek bide başûrê Kurdistanê û ezmûna li rojavayê Kurdistanê heye, bêyî tu mafek nas bike, ji holê rake. Ji ber vê divê em vê ya li ber çavan bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar