Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Tirkiye dixwaze çeteyên ji Idlibê li Başûr bi cih bike’

Pisporê Rojhilata Navîn Niyaz Hamîd da zanîn ku PDK’ê êdî vîna xwe winda kiriye û bûye beşek ji îstixbarata dewleta tirk. Hamîd got ku armanca dewleta tirk ew e ku herêma Bradostê vala bike û çeteyên ji Idlibê lê bicih bike. Hamîd diyar kir ku PDK jî piştgiriyê dide vê planê

Artêşa tirk di 27’ê gulane de li dijî herêma Xakûrkê ya başûrê Kurdistanê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir. Di çarçoveya êrîşê de bi sedan balafirên şer ber bi herêmê ve birin û bi helîkopteran leşker danîn ser çend giran. Têkildarî êrîşa dewleta tirk, pisporê siyaset û Rojhilata Navîn ê ji başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd ji ANHA’yê bi Mûrada Kenda re axivî.

Niyaz Hamîd anî ziman ku piştî hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate kirin û hilbijartina 23’yê hezîranê nêz bû, dewleta tirk dest bi êrîşa li dijî başûrê Kurdistanê kir. Hamîd wiha domand: “Peyama Rêberê Gelan, ji bo aştiya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bû. Lê dewleta tirk bi van êrîşên xwe nîşan da ku dijberî aştî û aramiyê ye. Dixwazin bi van êrîşên dagirkeriyê di hilbijartinan de bi ser bikevin. Her wiha dixwazin krîza aborî û siyasî veşêrin.”

‘PDK êdî bûye beşeke îstixbarata Tirkiyeyê’

Di berdewamê de jî Hamîd diyar kir ku dewleta tirk bi temamî ketiye nava Başûr û ev jî metirsiyeke mezin e. Hamîd wiha berdewam kir: “Dewleta tirk a dagirker bi hemû teknîka xwe ya pêşketî êrîşî herêmê dike. Her wiha bi îstixbaratan jî herêmê tevlihev dike. Li Hewlerê îstixbarata tirk li ser herêma Kurdistanê hakim e. PDK jî hemû daxwazên îstixbarata dewleta tirk bi cih tîne. Dewleta tirk bi vê yekê dixwaze Başûr jî weke Qibrisê birêve bibe. Dewleta tirk a dagirker dixwaze çeteyên ji Idlibê li Başûr bi cih bike. PDK alîkariyê dide vê planê. Bi vê kiryara xwe re jî li dijî gelê xwe dibe terorîst. PDK êdî bûye beşeke îstixbarata Tirkiyeyê. Bi vê sedemê dixwazin herêm vala bibe. Ev jî perçeyek ji planên dagirkeriyê ye û PDK jî alikariya van planan dike.”

Asayîşa dewlet tirk a li Hewlêrê

Hamîd bal kişand ser kiryarên dewleta tirk ên li Başûr û wiha got: “Dewleta tirk li Başûr sîxûriyê pêş dixe û komên sîxûran ava dike. PDK jî alîkariya van koman dike. Dewleta tirk li Hewlêrê hikûmeteke biçûk a asayîş û îstîxbaratê li konsolosxaneya xwe ya li Hewlêrê ava kiriye. Ev hikûmet ji bo xebatên îstixbaratî biryaran dide. PDK bê vîn e. PDK li herêmên ku leşkerên tirk û gerîla beramberî hev in, komên terorîst ava kirine. Mîna li Bakur, li Başûr jî cerdevan ava kirine. Her cerdevan di navbera 100-200 dolaran de pereyan ji PDK’ê digire.”

‘Li Başûr bi hezaran cerdevanên Tirkiyeyê hene’

Herî dawî jî Niyaz Hamîd ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk dixwaze mîna li Efrînê, li Başûr jî demografyaya herêmê biguherîne. Kiryarên ku li Efrînê bi desê sîxûran pêk tînin, li Başûr pêk tînin. Piştî serhildana Şêladizê, dewleta tirk a dagirker hewl dide planên xwe mezintir bike û bibandortir bibe. Dewleta tirk li Amêdiyê û Şêladizê hezar cerdevanên xwe çêkirine. Tu vîneke serbixwe ya Iraqê jî nîne. Êrîş li ser erêkirina wan pêk tên. Serdana Adil Ebdulmehdî  û Berhem Salih a Tirkiyeyê, ji bo hevkariya êrîşê bû. Bê vîna Iraqê nabe bersiva gelê Iraqê. Tê payîn ku rapêrînên gelekî mezin pêk werin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar