Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

‘Tirkiye dixwaze kurdan li hemberî hev bide şerkirin’

Welatiyên Germiyanê diyar kirin ku dewleta tirk dixwaze şerê kurdan bi destê kurdan bide kirin û gotin ku ji bo pêşîlêgirtina dagirkeriya dewleta tirk pêwîst e gelê kurd yekitiya xwe ava bike

Dewleta tirk li hemberî gelê kurd polîtîkaya dijminane bi rê ve dibe, li sê beşên axa Kurdistanê dagirkeriya xwe didomîne û hema hema her roj êrîşên kurdan dike. Dewleta tirk di van êrîş û dagirkeriya xwe de hin aliyên kurd ku tenê berjewendiyên xwe difikirin bi kar tîne û bi vî awayî hewl dide kurdan bîne  hemberî hev.

Têkildarî dagirekiya dewleta tirk û hewldana wê ya derxistina şerê di nav kirdan de welatiyên Germiyanê axivîn.

Dilêr Kerîm diyar kir ku dewleta tirk ji bo desthilatdariya xwe û mayîndekirina xwe ya li Rojhilata Navîn êrîşî beşên din ên Kurdistanê dike û got ku dewleta tirk ji destkeftiyên gelê kurd aciz e.

Di axaftina xwe de Kerîm da zanîn ku dewleta tirk ji bo berjewandiyên xwe û tunekirina gelê kurd piştgiriyê dide hin hêzên kurd û li hemberî hêzek din a kurdan bi kar tîne.

Welatiya bi navê Jîno Xelîl jî da zanîn ku erka welatiyên başûrê Kurdistanê ye ku ji bo pêşîgirtina dagirkeriya dewleta tirk zextan li ser hizban bikin û got ku ji ber berjewendiyên hizbên desthilatdar li gel Tirkiyeyê hene naxwazin pêşî li dagirkeriyê bigirin.

Xelîl destnîşan kir ku ji bo gelê kurd karibe dagirkeriya li ser axa Kurdistanê bi dawî bike divê yekitiya xwe ava bike.

Her wiha di heman mijarê de Şaho Îbrahîm jî ev tişt anîn ziman: “Pêwîst e hikûmeta Herêma Kurdistanê, parlemento û hikûmeta Iraqê li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng nemînin.” HELEBÇE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar