Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Tirkiye dixwaze temamiya Kurdistanê dagir bike’

Bertekên gelê başûrê Kurdistanên yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê û komkujiyên ku li herêmê dike her ku diçe zêdetir dibin. Têkildarî mijarê welatiyên Silêmaniyeyê û navçeya wê ya Derbendîxanê ji Rojnewsê re axivîn.

Ji şêniyên Derbendîxanê Hawkar Qadir diyar kir ku dewleta tirk her tim li pey têkbirina kurdan e û wiha got: “Tenê armanceke dewleta tirk heye, ew jî dagirkirina temamiya xaka Kurdistanê ye. Li dijî van êrîşên dagirkeriyê, erka her kurdekî ye ku dengê xwe bilind bike. Lê belê hêj jî hêzên siyasî yên Başûr li dijî êrîş û dagirkeriyê xwedî helwesteke zelal nînin.”

‘Divê rayedarên Başûr xwedî helwest bin’

Dr. Hekîm Ebdulkerîm jî anî ziman ku armanca dewleta tirk ne tenê dagirkirina Başûr e û wiha domand: “Divê hemû neteweyên herêmê bizanin ku ev êrîş tenê li dijî kurdan nînin. Erdogan bi alîkariya hinek dewletên faşîst, dixwaze xelîfetiya Osmaniyan vegerîne. Divê hemû aliyên siyasî destkeftiyan biparêzin. Ji ber ku destkeftiyên me bi xwîna şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê hatine bidestxistin. Nabe em li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta tirk bêdeng bin. Divê rayedarên Başûr û Iraqê ji bo derxistina leşkerên tirk zextan li cîhanê bikin.”

Welatiyê bi navê Mihemed Hesen jî xwest ku her kurdek li dijî dagirkeriya dewleta tirk û Îranê derkeve. Mihemed wiha bertek nîşdan da: “Mafê gelê Başûr tê binpêkirin. Serwet û milk tê firotin. Dijmin jî bi heman pereyî tê û xaka me dagir dike û azadiya me zeft dike.”

Yekitiya neteweyî

Ji şêniyên Silêmaniyeyê Kemal Omer jî ji ewil êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha pê de çû: “Divê rêxistinên sivîl bibin xwedî helwesteke mezin ku cîhan jê agahdar bibe. Hewcehî bi yekitiyê heye da ku ev dagirkerî bi dawî bibe. Êdî dewleta tirk a dagirker divê xaka Kurdistanê qirêj neke. Divê em Kurdistanê ji dagirkeran re bikin goristan. Bêdengiya hikûmeta Başûr bi tena serê xwe karesatek e. Wezîrê Pêşmergeyan dibêje ku berpirsê hatina vê hêzê nîne. Ev ji xwe karesateke mezin e.”

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Herêm Mehmûd jî anî ziman ku armanca dewleta tirk dagirkirina temamiya Başûr e û divê gelê kurd jî xwe li dijî dagirkeriyê birêxistin bike. Mehmûd da zanîn ku tiştekî bi navê desthilatiyê nemaye û divê gel çalak be û li dijî dagirkeriyê bisekine.

‘Divê sînorek ji hovîtiya Îran û tirkan re bê danîn’

Erdeşêr Fateyî jî nêrîna xwe wiha anî ziman: “Divê li her çar parçeyan yekitî bê avakirin û sînorek ji hovîtiya Îran û tirkan re bê danîn. Heke bêdengî bidome û em vî şerî winda bikin, têkoşîna gelê kurd dê sed salên din paş bikeve. Divê ronakbîr û rewşenbîr kurd gel li dijî dagirkeriyê hişyar bikin.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar