Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Tirkiye dixwaze xeta ku bi destê jinan hatiye avakirin tune bike’

Navenda Nûçeyan |

Jinên Ciwan ên Têkoşer bi daxuyaniyeke nivîskî balkişand ser êrîşên dewleta tirk a dagirker ya li ser jinan û diyar kir ku dewleta tirk dixwaze xeta ku bi destê jinan hatiye avakirin tune bike.

Berfirehiya daxuyania Jinên Ciwan ên Têkoşer wiha ye:

“Armanca van operasyonên ku li hemberî jinan tên kirin, siyasî ye, qirkirina jinê ye û têkbirina deskeftiyên ku bi destê jinê hatiye avakirin e. Dewleta faşîst, qirker Tirkiye dijminê jinan û siyaseta jinan e. Ji ber vê yekê êrîşê jinê dike. Bi êrîşên xwe dixwaze têkoşîna azadî û wekheviya jinan ji holê rake û rêxistinkirina jinan belav bike. Ev êrîşekî pergala zilamsalariyê ku dixwaze îradeya jinan binpê bike. Berxwedaniya jina kurd di cîhanê de bûye sembola berxwedana jinên cîhanê.

Dewleta tirk a dagirker, îro li bakurê Kurdistanê operasyonên qirkirinê li ser jinên kurd kiriye lê em dizanin ku li Parîs, Silopî û Kobanê jinên berxwedêr ên kurd çawa qetilkiriye. Dewleta tirk a dagirker kujerê jinan e.

Ev êrîş bi destê dewleta tirk a dagirker li hember jinan tê kirin. Çawa ku îro li Bakur bi operasyonên binçavkirinê êrîş dike, li Rojhilat di şexsê Zeynep Celaliyan de jî êrîşa jinan dike.

Em wek Jinên Ciwan ên Têkoşer ên Başûrê Kurdistanê, van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Li ku derê dibe bila bibe li hember dijminê faşîst ê tirk em ê tekoşîna jinê li her çar parçeyên Kurdistanê mezin bikin. Êrîşên wan ên qirkirinê em ê bi rêxistinkirina jinên ciwan û jinan bibersivînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar